QSD: Bi dehan çeteyên biyanî û Sûrî xwe radest kirin

Navenda Ragihandina QSD`ê tekez kir ku bi dehan çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî û Sûrî bi malbatên xwe re xwe radestî wan kirin.

QSD: Bi dehan çeteyên biyanî û Sûrî xwe radest kirin
16 adar, 2019   18:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê îro li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye;

“Hêzên me li Baxozê  operasyonên xwe yên leşkerî li dijî rêxistina terorîst DAIŞ`ê didomînin. Li gel bombebarana balafirên Koalîsyona Navdewletî nuqteyên kombûna rêxistina terorîst dikin hedef. Îro jî ji bo tengbûna dorpêçê bi dehan çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan xwe radestî hêzên me kirin. Di nav çeteyên DAIŞ`ê yên ku xwe radestî hêzên me kirine de nasnameyên ji Iraq, Sûriye, Tirkiye, Bosnî, Çîn û gelek dewletên Ewrupayê hene.”

(şx)

ANHA