Şaredariya Reqayê 30 serwîsên veguhestina hundirîn peyda kir

Piştî ku bikaranîna mortorsîklêtan li Reqayê li ser daxwazên êlên herêmê hate qedexekirin, Şaredariya Gel a Reqayê 30 serwîs ji bo veguhestina hundirîn peyda kir.

Şaredariya Reqayê 30 serwîsên veguhestina hundirîn peyda kir
Şaredariya Reqayê 30 serwîsên veguhestina hundirîn peyda kir
Şaredariya Reqayê 30 serwîsên veguhestina hundirîn peyda kir
Şaredariya Reqayê 30 serwîsên veguhestina hundirîn peyda kir
16 adar, 2019   16:03

REQA

Bi armanca pêşxistina warê tirafîkê û kêmkirina qerebelixa di nav kolên Reqayê de, Şaredariya Gel gelek xebatên xizmetguzariyê ji bo hêsankirina kar û barên şêniyan li bajêr pêşkêş kirin.

Şaredariyê cihek sereke ji danîna motorsîklêtan li deryiyên têketina Reqayê diyar kir. Ji bo hêsankirina veguhestinê di nav bajêr de 30 serwîsên taybet peyda kir. Şaredariyê ew serwîsan li taxan belav kirin.

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel Ehmed El-Ibrahm destnîşan kir ku piştî biryara qedexekirina motorsîklêtan, pêwîst bû çareseriyek din ji bo veguhestina şêniyan were peydakirin. El- Ibrahîm got: “Ji ber wê şaredariyê destpêkê cih ji bo danîna motorsîklêtan hate diyar kir û serwîsan ji bo veguhestina şêniyan di nav bajêr de hatin pedakirin.”

Şêniyê bi navê Remedan El-Şêx diyar kir ku destpêkê şênî ji ber biryara qedexekirina motorsîklêtan aciz bûn, lê piştî ku şaredariyê çareserî ji pirsgirêkan re dîtin, şênî rihet bûn.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Şaredariya Gel beriya vê 23 basên veguhestina hundirîn ji bo hêsankirina tevgera şêniyan û tirafîkê di nav bajêr de peyda kiribûn.

Komîteya Hundirîn a Reqa û  gundewarê wê di meha borî de li ser daxwaza şêxên êlên herêmê biryara qedexekirina bi karanîna mortosîklêtan dabû.

(şx)

ANHA