Şandeya KNK-Rojava serdana Meclisa Êl û Rûspiyan a Dêrikê kir

Şandeya KNK-Rojava ji bo nîqaşkirina qonaxa duyemîm a Însiyatîfa Kongreya Netewî ya Kurdistanê îro serdana Meclisa Êl û Rûspiyan a bajarê Dêrikê kir.

Şandeya KNK-Rojava serdana Meclisa Êl û Rûspiyan a Dêrikê kir
Şandeya KNK-Rojava serdana Meclisa Êl û Rûspiyan a Dêrikê kir
Şandeya KNK-Rojava serdana Meclisa Êl û Rûspiyan a Dêrikê kir
Şandeya KNK-Rojava serdana Meclisa Êl û Rûspiyan a Dêrikê kir
Şandeya KNK-Rojava serdana Meclisa Êl û Rûspiyan a Dêrikê kir
16 adar, 2019   16:15

QAMIŞLO

Endamên şandeya KNK-Rojava ji Mistefa Mişayix, Izdîn Fatimê, Derya Remedan û hevserokê Partiya Têkoşîna Kurdistanê Xunav Mele, îro ji bo nîqaşkirin  qonaxa duyemîm a Însiyatîfa Kongreya Netewî ya Kurdistanê îro serdana Meclisa Êl û Rûspiyan a bajarê Dêrikê kirin.

Berdevkê Meclisa Êlan û Rûspiyan a Dêrikê Sînan Ehmed, Koordînerê Giştî û endamê rêveber ê Meclisa Êlên Hewas û endamên meclisê, şandeya KNK-Rojava pêşwazî kirin.

Civîn li avahiya Merclisa Êl û Rûspiyan a Dêrikê pêk hat. Endamê KNK-Rojava Misetfa Mişayix axivî û  destnîşan kir ku herêm di pêvajoyek hesas re derbas dibe û wiha got: “Ji ber wê pêwîst e xebatê di bin banê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de bikin. Piştî têkçûyîna DAIŞ`ê ji bo parastina destkeftiyên ku bi saya keda şehîdan hatine bidestxistin, kar û xebat ji her kesî tê xwestin. Ji bo avakirina Sûriyeyek demoratîk, federal û nenavendî ku mafên hemûyan diparêze, koordîne û kar ji herkesî tê xwestin.”

Koordînerê Giştî û endamê rêveber ê Meclisa Êlan Hewas Cidêi destnîşan kir ku êlên herêmê rolek erênî di tevlibûna tevahiya kongre û komxebatên ku xizmeta yekrêziya refa Kurd dikin û pirsgirêkên civakî çareser dikin lîstine.

Di dawiyê de Cidêi got: "Wek êlên herêmê em însiyatîfa KNK-Rojava di avakirina yekrêziya nêrîna Kurd de pîroz dikin û em tekez dikin ku em ê piştgiriya wê bikin û tevlî bin.”

 (şx)

ANHA