Akademiya Civaka Demokratîk li Dêrazorê dewreyek bi dawî kir

Akademiya Civaka Demokratîk a bajarokê El-Keber îro dewreya xwe ya 5`an a bi navê Şehîd Ismaîl Abdullah bi merasîmekê bi dawî kir.

Akademiya Civaka Demokratîk li Dêrazorê dewreyek bi dawî kir
Akademiya Civaka Demokratîk li Dêrazorê dewreyek bi dawî kir
Akademiya Civaka Demokratîk li Dêrazorê dewreyek bi dawî kir
Akademiya Civaka Demokratîk li Dêrazorê dewreyek bi dawî kir
Akademiya Civaka Demokratîk li Dêrazorê dewreyek bi dawî kir
16 adar, 2019   15:52

DÊRAZOR

Akademiya Civaka Demokratîk dewreya xwe ya 5`an a  bi navê Şehîd Ismaîl Abdullah ku ji endamên saziyên sivîl re vekiribû, bi dawî kir. Dewre 31 rojan dom kir.

 Di dewreyê de ji endaman re waneyên girêdayî girîngiya perwerdeyê, têgeh, kapîtalîzim, dîroka Sûriyê û neteweya demokratîk, dîroka jin, çand û exlaq, rexne û rexnedayîn û gelek waneyên ku kesayet û fikra civakê xurt dikin hatin dayîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Endamê Rêveberiya Akademiyên Civaka Demokratîk Ferzende Munzur axivî. Munzur destnîşan kir ku dewre gihaşt armanca xwe û pêwîstiya gel a naskirina têgeha netewa demokratîk heye, da ku civakek azad ava bike.

Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm Cuma axivî û diyar kir ku vekirina dewreyan isbat dike ku ew li ser rêya têkoşînê dimeşin. Cuma got: “Akademî jî rolek mezin di amadekirina kadroyan, avakirina Sûriyeya pêşerojê  û rakirina hişmendiya DAIŞ`ê di nav gel de dilîzin.”

Endama rêveber a Meclisa Jin a El-Cezra Zehra El-Taye tekez kir ku divê endamên ku beşdarî dewreyê bûne,  fikrê civakê yê rastîn ragihînin gel û divê jin rola xwe ya pêşeng di rûniştandina demokrasiyê de bilîze.

Girêdayî heman mijarê  Selman Ubêd û Elî Abdullahên ku beşdarî dewreyê bûbûn gotin: “Em di dewreyê de fêrî giyana hevkaryiyê û gelek fikrên nû bûn. Em ê tiştên ku em fêr bûne ragihînin civakê.”

Merasîm bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Ismaîl Abdullah di 15’ê Çileya 2019`an, di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye.

(şx)

ANHA