Rojnamegera ji Amerîkayê: Felsefeya Ocalan cesaret da min

Rojnamegera amerîkî Debbie Bookchin, ku serdana Rojava kir, fedakarî û têkoşîna gelê Kurd, bi taybet berxwedana jinan, nas kir. Bokcin wiha got: “Felsefeya Ocalan cesaret da min ku ez serdana Rojava bikin û rastiya vê fikrê nas bikim."

Rojnamegera ji Amerîkayê: Felsefeya Ocalan cesaret da min
15 adar, 2019   08:34

ÎSAM ABDULLAH - NECBÎR OSMAN / QAMIŞLO

Rojnamegera ji Amerîkayê Debbie Bookchin, duh êvarê di deriyê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û ji aliyê endama rêveber a Buroya Têkiliyan a Kongreya Star Hesna Xelîl ve hate pêşwazîkirin.

Girêdayî serdana xwe rojnamegera amerîkî Debbie Bookchin, ji ajnasa me re axivî û wiha got: "Ez bi serdana xwe ya Rojava serbilind im. Armanca serdana min ew e ku rewşa Rojava bi hemû aliyên wê ve nas bikim. Bi taybet rola pêşeng a jinan di şoreşa Rojava de."

Dîpî gotinên wiha domandin: "Axaftina bavê min li ser hevdîtina wî bi Ocalan re cesaret li gel min çêkir da ku serdana Rojava bikim û rastiya fikrên Ocalan ku li Rojava pêk tên, nas bikim."

Dîpî destnîşan kir ku bavê wê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi rêya nameyan di nav têkiliyan de bû û di wan nameyan de gelek mijarên berhema fikreke demokratîk hebûn. Dîpî bi bîr xist ku bavê wê Ocalan wek zanyar û fîlozofê demokrasiyê dibîne.

Dîpî diyar kir ku Ocalan bi rêya parêznameyên xwe hemû çareseriyên demokratîk pêşkêş kirine û wiha pê de çû: “Ocalan rastiya faşîzma Tirk bi rêya nivîsên xwe eşkere kiriye. Gelê Kurd, bindest e lê bi saya fedakariyên ku li Rojava dide, wekhevî û demokrasî li hemû qadan pêk aniye. Bi vê yekê ji hemû gelan re bûye mînak.”

Rojnamevana amerîkî Debbie Bookchin, destnîşan kir ku jinên herêmê kevneşopên herêmê derbas kirine û wiha got: “Ev yek bi rêya fikr û felsefeya Ocalan zincîrên ku civakê lê ferz kiribûn, şikandine û beşdarî hemû qadan bûye.”

Di dawiyê de Debbie Bookchin tekez kir ku di bernameya wê ya serdanê de, serlêdana goristanên şehîdan heye, ji ber ku şehîdan ji bo ku gel di nav aştî û aramiyê de bijîn, canê xwe feda kirine.

(şx)

ANHA