HRE: Li Efrînê 3 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn

HRE’yê der barê çalakiyên xwe yên dawîn de daxuyaniyek da. HRE’yê eşkere kir ku di çalakiyên wan de li Efrînê 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin, her wiha 2 çete jî birîndar bûne.

HRE: Li Efrînê 3 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn
15 adar, 2019   09:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê agahiyên têkildarî çalakiyên xwe yên li Efrîn, Ezaz û Mareyê li dijî dewleta Tirk a dakirker û çeteyên wê ragihandin. HRE’yê diyar kir ku di çalakiyên wan ên 13’ê Adarê de 3 çete hatine kuştin û 2 çete jî birîndar bûne.

Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Şervanên me çalakiyên xwe yên bibandor li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li Efrîn û derdora wê bi cih bûne, didomînin. Di vê çarçoveyê de di dîroka 13’ê Adarê de şervanên me li Efrîn, Ezaz û Mare 3 çalakiyên hemwext li dar xistin.

1. Di 13’ê Adarê de şervanên me li dijî xaleke koma çete ya bi navê Firqet El-Hemzat ku li gundê Kîmarê yê bi ser navçeya Şêrawa ve bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 3 çete jî birîndar bûn. Nasnameyên 2 çeteyên birîndar bûne wiha ne: Xalid El-Muhamî û Newaf El-Zubî.

2. Di 13’ê Adarê de şervanên me çalakiyeke sekvaniyê li dijî çeteyên ku li herêma derdora Ezazê bûn, li dar xist. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin.

3. Di 13’ê Adarê de şervanên me li derdora gundê Mare li dijî çeteyekî dewleta Tirk a dagirker çalakiya sekvaniyê li dar xist. Di vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin.”