Ednan Efrîn: Operasyona dawîn didome û QSD derbeyên giran li çeteyan dixe

Ji fermandarên QSD`ê Ednan Efrîn got şervanên wan di çend rojên derbasbûyî de li Baxozê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê xistin. Efrîn tekez kir ku operasyona dawîn nasekine heta Baxoz bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê were rizgarkirin.

Ednan Efrîn: Operasyona dawîn didome û QSD derbeyên giran li çeteyan dixe
13 adar, 2019   10:37

DÊRAZOR

Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê li Baxozê didome. Şervanên QSD`ê di rojên dawîn de li Baxozê di nava şerên giran de çend nuqte ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Ji fermandarên QSD`ê Ednan Efrîn der barê pêşketinên dawîn ên pêngava rizgarkirina Baxozê de ji ajansa me ANHA`yê re axivî. Ednan Efrîn di axaftina xwe de diyar kir ku operasyona dawîn li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi hemû hêza xwe didome û di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerên dijwar rû didin.

Ednan Efrîn teqez kir ku hejmareke mezin a çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatin kuştin, her wiha depoyeke çekan li Baxozê hate teqandin. Ednan destnîşan kir ku hêzên wan bi pêş de diçin û derdora çeteyên DAIŞ`ê zêdetir tê tengkirin.

Ednan Efrîn diyar kir ku hejmareke mezin ji çeteyên DAIŞ`ê û jinên di nava DAIŞ`ê de ji destpêkê qonaxa duyemîn a pêngavê xwe radestî QSD`ê kirine, heta roja îro jî radestkirin didome û hemû jî biyanî ne. Efrîn destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê mayin bi awayekî zêde di wê firehiya biçûk de çandine da ku li pêşiya pêşveçûnên şervanan bibin asteng û wiha dewam kir: "Pêngav bi hemû hêza xwe didome. Hêzên me bi israr in ku baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê bi zirarên pir kêm, rizgar bikin."

Ji fermandarên QSD`ê Ednan Efrîn got hêzên taybet ên QSD`ê derbasî herêmê bûne û dest bi rakirina mayinan û erebeyên bombebarkirî kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêngav nasekine heta ku Baxoz bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê were rizgarkirin."

(bx)

ANHA