Şêniyên Rojava li Silêmaniyê salvegera serhildana Qamişlo bi bîr anî

Şêniyên Rojava yên di kampa Barîkê ya Silêmaniyê de, salvegera Serhildana Qamişlo bîr anî û teqez kir ku Serhildana Qamişlo bingeha  Şoreşa 19`ê Tîrmehê bû.

Şêniyên Rojava li Silêmaniyê salvegera serhildana Qamişlo bi bîr anî
Şêniyên Rojava li Silêmaniyê salvegera serhildana Qamişlo bi bîr anî
Şêniyên Rojava li Silêmaniyê salvegera serhildana Qamişlo bi bîr anî
13 adar, 2019   10:10

SIlÊMANIYÊ

Bi rasthatina salvegera 15`an a Serhildana Qamişlo re, şêniyên Rojava yên di kampa El-Barîkê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, civînek li dar xistn

Di civîn de ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dehan şêniyên kampa Erbed, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Di civînê de nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Başûrê Kurdistanê Mesûd Heso û endama Koordînasyona Kongreya Star Daliya Henan axivîn. Axaftvanan teqez kir ku serhildan bingeha sereke ya Şoreşa 19`ê Tîrmehê bû û gelek destkeftiyên mezin bi saya şervanên YPG û YPJ`ê hatin bidestxistin.

Axaftvan li ser girîngiya têgeha jiyana hevbeş û girîngiya polîtîkayên şerkirina di navbera pêkhateyan de axivîn. Civîn bi dirûşmên silavkirina biratiya gelan û jiyana hevbeş bi dawî bû.

ANHA