Bi dehan çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî xwe radestî QSD’ê kir

Nêzîkî 500 çeteyên DAIŞ’ê xwe radestî QSD’ê kir ku piraniya wan ji welatên biyanî ne û israr kiribû li dijî QSD’ê şer bikin.

Bi dehan çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî xwe radestî QSD’ê kir
Bi dehan çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî xwe radestî QSD’ê kir
Bi dehan çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî xwe radestî QSD’ê kir
Bi dehan çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî xwe radestî QSD’ê kir
Bi dehan çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî xwe radestî QSD’ê kir
Bi dehan çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî xwe radestî QSD’ê kir
Bi dehan çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî xwe radestî QSD’ê kir
Bi dehan çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî xwe radestî QSD’ê kir
13 adar, 2019   10:51

DÊRAZOR

Şerê Tunekirina Terorê yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê di berîka dawîn de li gundê Baxozê didome. Her wiha şerekî dijwar û tund di navbera Hêzên Sûriya Demokraîk (QSD) û çeteyên DAIŞ’ê de li rex radestkirina hejmareke mezin ji çeteyan ji şervanan re, rû dide.

Şevê din piştî careke din destpêkirina şer, bi dehan çeteyên DAIŞ’ê xwe radestî QSD’ê kir. Ji nav wan çeteyan ku nêzî 500 çete bûn, bi dehan ji hewelatiyên rojavayî û biyanî bûn, wekî Rûsya, dewletên Asyayê, Bakurê Afrîkayê û hin dewletên Ereb mîna Erebistana Siûdî û Misrê.

Çeteyên ku xwe radest kir, vê sibehê piştî agahiyên der barê wan de hate girtin, veguhastin biryargehên QSD’ê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şerê bidawîkirinê yê ku QSD’ê li dijî DAIŞ’ê ragihandiye, didome û şervan derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê dixin.

(fr)

ANHA