Gelê Kobanê ji bo Leyla Guven meşiya

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê bi armanca destekdayîna çalakiya parlamentera HDP`ê Leyla Guven ku ev 125 roj e di greva birçîbûnê de ye û rewşa wê ne baş e, meşek li dar xist.

Gelê Kobanê ji bo Leyla Guven meşiya
Gelê Kobanê ji bo Leyla Guven meşiya
Gelê Kobanê ji bo Leyla Guven meşiya
12 adar, 2019   13:22

KOBANÊ

Piştî ku li kantona Kobanê ji bo destekdayîna Leyla Guven ku ev 125 roj e di greva birçîbûnê de ye û rewşa wê roj bi roj xirab dibe, seferberî hat ragihandin. Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê bi armanca destekdayîna wê û hevalên wê ku di grevê de ne û ji bo şermezarkirina bêdengiya navdewletî der barê siyaseta Tirkiyê de, meşek li dar xist.

Hevseroka HDP`ê û parlamentera KCD`ê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda ku hikumeta Tirkiyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike û derfet nadin parêzerên wî ku hevdîtinê bi wî re pêk bînin, dest bi grevê kir.

Meş ji Qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê kir. Hemû beşên civakê, endam, rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên civka sivîl tev li meşê bûn. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Çalakiya we dijminên mirovahiyê ditirsîne", "Bêdengiya navdewletî mohreke reş e li ser eniya mirovahiyê" û "Kobanê Rêberê xwe dixwaze" hatin hildan.

Her wiha di meşê de wêneyên Leyla Guven û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Dîlber Yûsif axivî û şehîdên Serhildana Qamişlo bi bîr anîn.

Dîlber di axaftina xwe de got ev rojeke dîrokî ye ku heqî bi ser ket û wiha anî ziman: "Sala 2004`an di vê rojê de rejîma Baas xwest tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê yên Kurd û Ereb de derxe. Lê bersiva vê yekê ji siyaseta wan mezintir bû. Gelê herêmê bi yekitî û hevgirtina xwe li dijî faşîzma Baasê sekinî. Yekitiya gelên herêmê ji hewldanên rejîma Baas ku dixwest gelê herêmê parçe bike, mezintir bû."

Dîlber di axaftina xwe de ev tişt got: "Em li vir in da ku em ji tevahî cîhanê re teqez bikin ku em li dijî zîhniyeta faşîzma Tirkiyê û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yek in. Em bang li gelên cîhanê, rêxistinên mirovahiyê û mafên mirovan dikin ku ji xewa xwe rabin û sînor ji kiryarên dewleta Tirk ên derexlaqî û dermirovî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên di zindanên Tirkiyê de, deynin."

Dîlber bêdengiya navdewletî û cîhanî der barê qanûnên nehiqûqî de ku hikumeta AKP`ê bi kar tine, şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heger tu tişt bi yek ji kesên di çalakiya greva birçîbûnê de ye, civaka navdewletî berpirs e."

Endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Dîlber Yûsif berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên di grevê de silav kirin, teqez kir ku heta armancên wan pêk werin dê gelê Kobanê destekê bide wan û soz da ku ew ê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê têkoşîna xwe bilind bikin."

(bx)

ANHA