‘Serhildana 12`ê Adarê bingeha şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’

Di axaftinên li karnavala 12`ê Adarê de hate gotin ku Serhildana 12`ê Adarê bingeha şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

‘Serhildana 12`ê Adarê bingeha şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’
12 adar, 2019   13:31

QAMIŞLO

Ji bo bîranîna serhildana Qamişlo ku kete sala xwe ya 15`an, Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo bîranîna salvegera 15`an a Serhildana Qamişlo li Stada Şehîdên 12`ê Adarê ya bajarê Qamişlo karnavalekê li dar dixe. Şêniyên herêma Cizîrê, Meclisa Malbatên Şehîdan, malbatên şehîdên Serhildana 12`ê Adarê, desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên herêma Cizîrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de amade  bûn.

Çalakiyên karnavalê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê bi navê hêzên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd axivî û wiha got: "Dema em li ser Serhildana 12`ê Adarê diaxivin, em dibêjin ku civakê planên li dijî wan ji aliyê rêxistinên desthilatdar ve nas kiriye. Dirûşma 12`ê Adarê azadî bû, ji wê rojê ve gel got azadî û mafê rewa daxwaza wan a sereke ye, di wê serhildanê de gelê Kurd serkêş bû."

Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku rejîm di vê lîstikgehê de xwest vîna gel qir bike, îro bi saya hevgirtina gelên herêmê dikaribû bigihîje mafê xwe yê rewa, îro ev gel terora li cîhanê bû bela, tune dike.

Mehmûd diyar kir ku îro hemû pêkhateyên herêmê bi saya lehengiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li vê stadê kom bûne û destnîşan kir ku azadiya ku gel pêk anî, pêwîstiya wê bi rêxistinkirin û parastin û avakirina pergaleke adil heye, ev yek jî gelê qehreman ava kir.

Bi navê malbatên şehîdan a herêma Cizîrê, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Mesûm Hesen wiha got: "Serhildana 12`ê Adarê cara destpêkê tirs di hişmendiya gelê Sûriyê de şikand."

Mesûm anî ziman ku 12`ê Adarê kevirê sereke ji şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, tiştê di 12`ê Adarê rû da, komployeke ku armanca wê derxistina fitneyan di navbera gelên Kurd û Ereb e.

Mesûm Hesen bi lêv kir ku gelê Kurd û pêkhateyên herêmê bi awayekî diplomatîk tev geriyan û nehiştin ku rejîma Baasê tiştê dixwaze bike û wiha got: "Divê gelê Sûriyê zanibe ku kevirê sereke yê şoreşa Sûriyê Serhildana 12`ê Adarê ye."

Hesen destnîşan kir ku bersiva rast a Serhildana 12`ê Adarê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat û wiha got: "Rêber Apo rêya azadiyê ronî kir û em fêr kirin ku em çawa ji hev hez bikin û çawa bi hev re bijîn."

Çalakiyên karnavalê dewam  dikin.

(jo)

ANHA