Di salvegera 2’yemîn a damezirandina Rêveberiya Minbicê de fastîvala werzîşê

Di salvegera 2’yemîn a damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê de, 1’emîn Festîvala Werzîşê a bajêr û gundewarên wê bi dirûşma "Werzîş pewerdekirina derûnî û avakirina civaka exlaqî ye" dest pê kir. 

Di salvegera 2’yemîn a damezirandina Rêveberiya Minbicê de fastîvala werzîşê
Di salvegera 2’yemîn a damezirandina Rêveberiya Minbicê de fastîvala werzîşê
Di salvegera 2’yemîn a damezirandina Rêveberiya Minbicê de fastîvala werzîşê
Di salvegera 2’yemîn a damezirandina Rêveberiya Minbicê de fastîvala werzîşê
Di salvegera 2’yemîn a damezirandina Rêveberiya Minbicê de fastîvala werzîşê
12 adar, 2019   12:33

MINBIC

Îro Yekitiya Werzîşê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê festîvala werzîşê bi boneya 2’yemîn salvegera damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a ku dikeve 12’ê Adarê, organîze kir. Fastîval li Stada El-Beledî ya naverasta bajêr bi dirûşma"Werzîş perwerdekirina derûnî û avakirina civaka exlaqî ye", hate lidarxistin.

Qada stadê bi alên Partiya Pêşerojê a Sûriyê, Yekitiya Ciwanan û Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin. Her wiha li derdora qada stadê pankartên bi nivîsên "Bi têkoşîna jinên ciwan finda azadiyê pê dikeve", "Ciwan keleha li hember dijmin û dagirkeran in" û "Werzîş huner, çêj û exlaq e" hatin daliqandin.

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê, endamên komîteyan û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê û şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di festîvalê de amade bûn.

Fastîvalê bi axaftina hevserokê Yekitiya Werzîşê ya Minbicê û gundewarên wê Nasir Elî dest pê kir. Nasir Elî Teqez kir ku fastîval nûnertiya berhema şaristanî û awayekî ji awayên bedewbûn û azadiya nêrînan dike.

Piştre bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Xêr Şêxo axivî û salvegera damezirandinê li şêniyên bajêr pîroz kir.

Piştî axaftinan pêşkêşkirinên werzîşî wekî taykwando ya Tîma Berxwedan a Taykwandoyê ya ku ji Qamişloyê hatiye, hatin pêşkêşkirin.

Fastîval bi hin cureyên werzîşê û stran û şanoyan berdewam dike. Her wiha tê payîn ku bi navê şandeyên beşdar wek şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê axaftin werin kirin.

Di fastîvalê de 35 tîmên futbolê beşdar bûn, wekî Eşbal, Naşiîn, Ciwan, tîmên mêran û yên jinan. Her wiha li rexê jî werzîşên wekî temambûna laş, rakirina giraniyan, futbol, goga hentbol, basketbol, taykwando û karate hatin pêşkêşkirin.

(fr)

ANHA