‘Bi diyaloga Sûrî-Sûrî, çareseriya aloziya Sûriyê mîsoger dibe’

Endama Buroya Têkiliyan a MSD`ê şaxê Helebê Fatima Heseno diyar kir ku Sûriye di rewşeke aloz de ye û ya ku herî zêde tevlihev dike, destwerdana herêmî ye ku hişt xaka Sûriyê bibe qada berjewendiyan.

‘Bi diyaloga Sûrî-Sûrî, çareseriya aloziya Sûriyê mîsoger dibe’
12 adar, 2019   12:19

HELEB

Endama Buroya Têkiliyên a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Helebê Fatima Heseno ji ajansa me re axivî. Fatime destnîşan kir ku beriya 2 salan lîsteya navên komîteya destûrê hate pêşniyarkirin û wiha got: “Lê heta niha ew nav nehatine tesbîtkirin, ribek ji hikumeta Sûriyê re hate diyarkirin û ribek ji opozîsyonê re û ribek ji Neteweyên Yekbûyî re hate diyarkirin. Lê dewletên garantor hewl didin ber bi xwe ve bibin da ku berjewendiyên xwe li herêmê tesbît bikin û temenê aloziyê dirêj bikin. Pêwîstiya me jî bi lîsteya navan ji pêkhateyên gelê Sûriyê re heye ku di alozî jiyan û daxwazên gel nas kirin."

Fatime Heseno her wiha li ser hewldanên Tirkiyê di avakirina herêmeke ewle de li ser sînor axivî û wiha got: "Erdogan israr dike ku herêmeke ewle li Bakurê Sûriyê ava bike, israra wî ji ber çavbirçîbûna wî yên dagirkeriyê ye, dewleta Tirkiyê bi serkêşiya Erdogan gelek herêm mîna Bab, Ezaz, Cerablus û gelekên din dagir kirin. Dagirkirina Efrînê çavbirçîbûna wî dide teqezkirin, pirsgirêkeke Erdogan li Bakurê Sûriyê heye. Ji ber ku ev herêm bi fikr û projeya demokratîk dewlemend e û pêşniyarên çareserkirina aloziya Sûriyê re datîne, ev yek jî li xweşiya Erdogan nayê. Ew bi rêya wê hewl dide vîna gelê Sûriyê bişikîne."

‘Bi têkçûyîna DAIŞ`ê re merheleyeke nû dest pê dike’

Têkildarî nêzîkbûna têkçûna DAIŞ`ê li cihên dawîn li Dêrazorê, Fatime wiha got: "Tiştê li Bakurê Sûriyê û Baxozê bi taybet rû dide, serkeftineke mezin e li pêşiya bêdengiya navneteweyî li hember çeteyan û malbatên wan. Bidawîbûna DAIŞ`ê di aliyê erdnîgarî de, ne tê wateya tunekirina dawîn, lê em merheleyeke nû dest pê dikin, ew jî merheleya şerê fikr û îdeolojiya ku çeteyên DAIŞ`ê xwe lê digirin. Em ê bi hêza xwe hewl bidin fikra demokratîk belav bikin da ku îdeolojiya radîkal tune bibe."

Di dawiyê de endama Buroya Têkiliyên a MSD`ê Fatime Heseno wiha axivî: "Ez nameyekê ji hemû gelên Sûriyê re dişînim ku li dora QSD`ê kom bibin û xwe îsbat bikin. Em teqez dikin ku ji bo çareseriya aloziyê ku tu rê ji bilî diyaloga Sûrî-Sûrî bi beşdarbûna şêniyên Sûriyê û li ser axa Sûriyê da ku bigihîjin Sûriyeke hevgirtî û pirreng, tune ye."

(jo)

ANHA