PYD: Serhildana Qamişlo guhartineke dîrokî bû

Meclisa Giştî ya PYD`ê da zanîn ku Serhildana Qamişlo di dîroka gelê Kurd ê Rojava de, guhartineke dîrokî bû.

PYD: Serhildana Qamişlo guhartineke dîrokî bû
12 adar, 2019   11:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 15`emîn a Serhildana 12`ê Adarê ya Qamişlo ye. Meclisa Giştî ya PYD`ê bi vê boneyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku rejîmê dixwest fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de çêke, lê ew dibînin ku hevgirtinek di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr de heye.

PYD`ê destnîşan kir ku bûyera Serhildana Qamişlo di dîroka gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê de bû guhartinek û wiha dewam kir: “Rejîma Sûriyê dixwest Qamişlo bike dersek ji bo Kurdan û xelekeke din ji xelekên qirkirina gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de zêde bike. Lê Kurdan ew kir boneyek ji bo naskirina rola xwe ya dîrokî.”

PYD`ê got partiya wan di hemû pêvajoyên serhildanê re derbas bû û bi dehan endamên xwe bûn qurbanî, bi dehan jî birîndar bûn û bi hezaran jî hatin girtin û îşkencekirin. PYD`ê bi domdarî wiha got: “Me wekî partî du ders ji vê serhildanê girtin; yek gelê birêxistinkirî dikare bersiva hemû komployan û fitneyan bide, ya duyemîn jî xweparastin tekane rêya parastinê ye. Li ser vî esasî me wek PYD di kongreya xwe ya sêyemîn de, projeya Rêveberiya  Xweseriya Demokratîk li Rojava pêşniyar kir.”

PYD`ê anî ziman ku îro wan sûd ji dersên Serhildana Qamişlo girtiye û wiha dewam kir: “Rejîmê dixwest fitneyê bixe navbera pêkhateyan, lê em dibînin ku hevgirtin di navbera pêkhateyên Bakurê Sûriyê de heye.”

PYD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de şehîdên Serhildana Qamişlo bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan heta avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî da.

(kc)

ANHA