Li Efrînê Kongreya Star ji mêran re dewreya yekem vekir

Kongreya Star şaxa Efrînê dewreyeke bîrdozî ji 30 mêrên ku ji şêniyên kantona Efrînê ne û li kantona Şehbayê dimînin, bi armanca bicihkirina rêgezên neteweya demokratîk û pêkanîna wekheviya di navbera her du zayendan de vekir.

Li Efrînê Kongreya Star ji mêran re dewreya yekem vekir
Li Efrînê Kongreya Star ji mêran re dewreya yekem vekir
Li Efrînê Kongreya Star ji mêran re dewreya yekem vekir
Li Efrînê Kongreya Star ji mêran re dewreya yekem vekir
Li Efrînê Kongreya Star ji mêran re dewreya yekem vekir
12 adar, 2019   11:56

ŞEHBA

Di çarçoveya birêxistinkirin û perwerdekirina gel de, Kongerya Star şaxa Efrînê yekemîn dewreya bîrdozî ji mêran re vekir. 

Dewre li navçeya Til Rifat a kantona Şehbayê, bi navê Dewreya Şehîd Sema Yuce bi beşdariya 30 mêran hat vekirin.

Endamên Kongreya Star, di nava dewreyê de, dê waneyan der barê girîngiya perwerde, zayendperestî, dîroka jinan, jineolojî, têgeha desthilatdariyê û rêveberiya hevbeş, tunekirina hişmendiya mêran, jiyana hevbeş, zagona jinê, hevpeymana Kongreya Star, şerê taybet û çand û exlaq de bide.

Tê payîn dewre 10 rojan berdewam bike û dê dewreyên bi vî awayî li herêmê werin vekirin.

(ekîb)

ANHA