QSD`ê 4 zarok ji mirinê rizgar kirin

Hêzên taybet ên QSD`ê di encama operasyonên li herêma Baxozê de, 4 zarokên birîndar li gundewarên rojhilatê bajarê Dêrazorê dîtin û ew birin Nexweşxaneya Leyis a li Besîrayê.

QSD`ê 4 zarok ji mirinê rizgar kirin
QSD`ê 4 zarok ji mirinê rizgar kirin
QSD`ê 4 zarok ji mirinê rizgar kirin
QSD`ê 4 zarok ji mirinê rizgar kirin
QSD`ê 4 zarok ji mirinê rizgar kirin
QSD`ê 4 zarok ji mirinê rizgar kirin
12 adar, 2019   11:18

DÊRAZOR

Çeteyên DAIŞ`ê li her dera Baxozê mayin çandine da ku li pêşiya pêşveçûnên şervanan ên ji bo rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin asteng.

Çeteyên DAIŞ`ê zarokên xwe li pey xwe di nava mayinan de hiştine. Hêzên leşkerî bi baldarî çalakiyên xwe pêk tînin.

Hêzên taybet di encama çalakî û rakirina mayinan de, 4 zarok ji malbatên çeteyan ku birîndar bûne, dîtin. Hêzên taybet ew zarok rakirin Nexweşxaneya Leyis a bajarokê Besîra yê rojhilatê gundewarên bajarê Dêrazorê.

24 saet derbas bûn ku her 4 zarok birîndar bûne. Di nava zarokan de, zarokeke ji Iraqê ya 5 salî heye û bi giranî birîndar bûye. Zarokeke berşîr bi sivikî birîndar bûye û ji heman malbatê ye, her wiha zarokekî 8 salî jî birîndar bûye û lingê wî jî şikestiye.

Her wiha hêzên taybet li herêmê zarokekî 2 salî yê ji Fransayê dît. Ew zarok ji destê xwe birîndar bûye. Ev zêdetirî du rojan e ku ew zarok birîndar bûye. Bijîşkên Nexweşxaneya Leyis ew zarok emeliyat kir û emeliyata wî 4 saetan dewam kir.

Gerînendeyê Nexweşxaneya Leyis, Abdulrehman Elî got ew zarok di saetên dereng ên şevê de gihîştin nexweşxaneyê, rewşa wan ne baş bû û yekser dest bi tedbîrên pêwîst kirin, her wiha diyar kir ku niha rewşa zarokan baş e.

Hêzên QSD`ê Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin û malbatên çeteyan xwe radestî şervanan dikin.

(bx)

ANHA