Dewreya heftemîn a Akademiya Şehîd Siyamend bi dawî bû

Akademiya Şehîd Siyamend a li navçeya Eyn Îsa dewreya xwe ya heftemîn a Hêzên Disîplina Leşkerî bi dawî kir. Dewre bi nave ‘Dewreya Şehîd Zinar’ hatibû vekirin.

Dewreya heftemîn a Akademiya Şehîd Siyamend bi dawî bû
Dewreya heftemîn a Akademiya Şehîd Siyamend bi dawî bû
Dewreya heftemîn a Akademiya Şehîd Siyamend bi dawî bû
12 adar, 2019   10:57

GIRÊ SPÎ

Îro Akademiya Şehîd Siyamend a Hêzên Disîplîna Leşkerî dewreya xwe ya heftemîn, li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Girê Spî, bi merasîmekê bi dawî kir. Di merasîmê de fermandarên Hêzên Sûriya Demoratîk û Hêzên Disîplîna Leşkerî amade bûn.

Dewreya ku 2 mehan dewam kir, tê de 50 şervanên ji şêniyên herêma Firatê amade bûn. Di dewreyê de şervanan waneyên bîrdozî û leşkerî dîtin.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi toreneke leşkerî dest pê kir, paşê şervanan sond xwar. Piştre ji fermandarên Hêzên Disîplîna Leşkerî Seydo Efrîn axivî.

Seydo Efrîn bidawîkirina dewreyê li kesên derçûyî pîroz kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest. Her wiha bang li şervanan kir ku li gorî pîvanên şoreşgerî tev bigerin û perwerdeya ku girtine, di pratîkê de pêk bînin.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Zinar ê ku dewre bi navê wî hatiye vekirin, şervanekî YPG`ê bû û di dema şerê rizgarkirina Kobanê de, di 2015`an de şehîd bûbû.

(ekîb)

ANHA