Mustefa Balî: Hêzên me li Baxozê pêşde diçin

Berdevkê Navenda Ragihandinê yê QSD’ê Mustefa Balî got: “Şervanên me li derdora kampa gundê Baxozê pêşde diçin. Şervanên me dempoyeke cebilxaneyê dîtin. Li eniyên Baxozê şer didome.”

Mustefa Balî: Hêzên me li Baxozê pêşde diçin
11 adar, 2019   14:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Navenda Ragihandinê yê QSD`ê Mustefa Balî derbarê encamên qonaxa dawî ya Şerê Tinekirina Terorê ku şevê din destpê kir wiha got: "Şervanên me li eniya kampa gundê Baxozê yê girêdayî Dêrazorê pêşde diçin."

Balî destnîşan kir ku şervanên QSD`ê depoyeke cebilxaneyê dîtin û got: “4 çeteyên DAIŞ`ê hewl dan bi kemerên teqemenî êrîşî nuqteyên şervanan bikin. Çeteyan zirarên zirar dan alaveke bêbandorkirina mayînan a QSD`ê. Di encam de şervanek şehîd bû û 4 şervan jî birîndar bûn.”

Mustefa Balî teqez kir ku şer heta van kêliyan jî didome.

(bx)

ANHA