Di navbera Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên Tirkiyê de şer derket

Çeteyên dewleta Tirk  a dagirker nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê li gundê Biwêhîc kirin hedef, şervanên meclisê jî bersiva êrîşan da.

Di navbera Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên Tirkiyê de şer derket
11 adar, 2019   13:55

MINBIC

Nûçegihanê ajansa me ji herêmê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên xwe li gundê Kirêdiyê bi cih kirine, nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê yên li gundê Biwêhic ê rojavayê bajarokê Erîma yê rojhilatê Babê kirin hedef.

Nûçegihanê me diyar kir ku çeteyan di êrîşa xwe de çekên giran bi kar anîn. Her wiha şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê bersiva êrîşê da û di encama wê de car bi caran şer derdikeve.

Tu agahî der barê zirarên di encama şer de çêbûne, nehatine bidestxistin.

(bx)

ANHA