Civîna partî û rêxistinên Kurdan bi dawî bû

Civîna berfireh a partî û hevgirtinên siyasî bi daxuyaniyekê û avakirina 2 komîteyan ku erka wan şopandina xebatan ji bo avakirina lêvegereke kurdî ya siyasî ya hevbeş li Rojava ye, bi dawî bû.

Civîna partî û rêxistinên Kurdan bi dawî bû
11 adar, 2019   13:48

QAMIŞLO

Komîteya KNK- Rojava civîna xwe ya berfireh bi partî û tevgerên siyasî re bi dawî kir. Civîn li Salona Zana ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Nûnerên 27 partî û hevgirtinên Kurd ên siyasî li Rojava tev li civînê bûn.

Civînê nêzî 4 saetan dewam kir. Civîn ji dezgehên çapemeniyê re girtî bû. Di dawiya civînê de daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endamê Komîteya KNK`ê û berdevkê kesên ku beşdarî civînê bûbûn Dîlawer Zenkî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 2 komîteyên şopandinê ji bo avakirina lêvegeke kurdî ya siyasî ya hevbeş ku erka wê belgeyên siyasî û belgeyên têkiliyên diplomatîk ava bike, da ku bi aliyên din ên kurdî re ku tev li însiyatîfa KNK`ê nebûne, di nava têkiliyan de bin, her wiha ji bo bi saziyên civaka sivîl li Rojava di nava têkiliyan de be hatin avakirin.

Her wiha hat diyarkirin ku komîteya siyasî dê ji 7 endamên were avakirin û komîteya têkiliyên giştî dê ji 9 endaman be.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her du komîte dê yekser dest bi xebatên xwe bikin, her wiha dê belgeyan jî amade bikin û piştî vê civînê dê civînên berfireh her 15 rojan carekê li dar bixin.

Dema civîna berfireh a bê 26`ê Adarê hat diyarkirin. Armanca wê ew e ku belgeyên siyasî ku dê werin amadekirin û nexşerêya xebata Komîteya Siyasî û Komîteya Têkiliyan werin nirxandin.

Komîteya KNK – Rojava 7`ê Adara 2019`an dest bi qonaxa duyemîn ji xebatên ji bo yekitiya kurdî û avakirina lêvegereke siyasî hevbeş , kiribû.

(bx)

ANHA