Li Qamişlo Navenda Rewşen a Pêşketina Jinan vebû

Ji bo biranîna şehîdên Şaredariya Qamişlo di salvegera 5’emîn de û da ku jin bi pêş bikevin û pisporiyên xwe nîşan bidin, îro Desteya Şaredarî û Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê, Navenda Rewşen vekir.

Li Qamişlo Navenda Rewşen a Pêşketina Jinan vebû
Li Qamişlo Navenda Rewşen a Pêşketina Jinan vebû
Li Qamişlo Navenda Rewşen a Pêşketina Jinan vebû
Li Qamişlo Navenda Rewşen a Pêşketina Jinan vebû
Li Qamişlo Navenda Rewşen a Pêşketina Jinan vebû
Li Qamişlo Navenda Rewşen a Pêşketina Jinan vebû
11 adar, 2019   13:44

QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên Qamişlo, endamên Saziyên Civaka Sivîl, endamên Rêveberiya Xweser û Malbatên Şehîdan di merasîma vekirina navendê de amade bûn. Navend bi wêneyên şehîdên teqîna Şaredariya Qamişlo ya ku dikeve salvegera xwe ya 5’emîn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Merasîma vekirina navendê bi axaftinên hevseroka Desteya Şaredarî û Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê Sema Bekdaş û endama rêveber a Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsiv dest pê kir.

Axêveran da zanîn ku vekirina Navenda Rewşen ji bo vejandina bîranîna şehîdên teqîna Şaredariya Qamişloyê ye û domana projeya şehîd Rewşen e. Her wiha teqez kir ku jin wekî şehîd Rewşen Sarîk amade ne di hemû beşên civakî, siyasî û leşkerî de bixebitin.

Xwişka her du şehîdan Rewşen Sarîk û Mizgîn Sarîk ku endamên Şaredariya Gel bûn û di teqîna Şaredariya Qamişlo ya 11’ê Adara 2013’an de şehîd bûbûn, deriye navendê vekir û merasîm bi dawî bû.

Di 11’ê Adara 2013’an de avahiya Şaredariya Gel a Qamişlo rastî êrîşa bi teqemenî hatibû û çeteyên DAIŞ’ê hildabû ser xwe. Di encamê de 11 karker şehîd bûnûn.

(fr)

ANHA