Li Şengalê zarokên ku QSD`ê rizgar kirin hatin pêşwazîkirin

17 zarokên din ên ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve li gundê Baxoza yê girêdayî Dêrazorê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, anîn Şengalê û rasdestî malbatên wan hatin kirin.

Li Şengalê zarokên ku QSD`ê rizgar kirin hatin pêşwazîkirin
Li Şengalê zarokên ku QSD`ê rizgar kirin hatin pêşwazîkirin
Li Şengalê zarokên ku QSD`ê rizgar kirin hatin pêşwazîkirin
Li Şengalê zarokên ku QSD`ê rizgar kirin hatin pêşwazîkirin
11 adar, 2019   13:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Zarok û jinên Êzidî ku ji aliyê QSD’ê ji çeteyên DAIŞ’ê tên rizgarkirin, kom bi kom derbasî Şengalê tên kirin.

Îro jî 16 zarokên ku 12 ji wan Êzidî û 4 jî Şîayên Şengalê de, ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Şengalê hatin kirin.

Zarokên ku temenê wan di navbera 5 û 15 saliyê de diguhere, ji aliyê Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve teslîm hatin girtin.

Zarok piştre jî anîn navenda Şengalê û li dibistana Zerîfa Osê ji aliyê malbatên wan û sedan kesan ve hatin pêşwazîkirin. 17 zarok li vir ji aliyê rayedarên Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û TAJÊ ve radestî malbatên wan hatin kirin.

Malbatên ku gelek ji wan jî, piştî komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an koçber bibûn li cihên cuda yên Başûr dimînin, spasiya xwe ji QSD’ê, Meclîsa Şengalê û TAJÊ kirin.

Di dema radestkirinê de ku kêliyên hestewar hatin jiyandin de, çend welatiyan hestên xwe ji Rojnews re anîn ziman.

Dayîka bi navê Erzan Ehmed: Em ji Kampa Bêrisvê ya li Başurê Kurdsitanê hatin Şengalê ku pêşwaziyê li zarokên xwe yên rizagar bûne bikin. Em ji gundê Siba Şêx Xidir in. Di dema fermana 3’yê Tebaxê de ji malbata min 15 kes û ji mala apê min jî 19 kes hatin revandin. Heta niha 11 hatine rizgarkirin û 4 di destê çeteyan de mane. Em ji dil û can spasiya QSD’ê dikin ku li me bûne xwedî. Em pir keyfxweş in ku dîlên me bi saxî vegeriyan.

Dayika bi navê Ernû Reşo: Em ji gundê Sîbe Şêx Xidir in. Lê niha li kampên Başurê Kurdistanê dijîn. Em hatine ku pêşwaziya rizgarbûyiyên xwe bikin. Em gelekî keyfxweş û dilşa ne. Ji malbata min 19 kes ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê. Heta niha 15 ji wan hatine rizgarkirin û 4 di destê çeteyan de mane. Hêviya min ji hêzên QSD’ê ew e ku yên mane jî rizgar bikin. Em gelekî spasiya wan dikin ku zarokên me rizar kirin û bi selametî teslîm kirin.