Li ser daxwaza rûspiyên eşîran 10 girtî hatin berdan

Buroya Têkiliyên Giştî ya Leşkerî ya bajarê Reqayê 10 girtiyên ku ji çeteyan re bûbûn alîkar, lê destê wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune ye, serbest berdan.

Li ser daxwaza rûspiyên eşîran 10 girtî hatin berdan
Li ser daxwaza rûspiyên eşîran 10 girtî hatin berdan
Li ser daxwaza rûspiyên eşîran 10 girtî hatin berdan
Li ser daxwaza rûspiyên eşîran 10 girtî hatin berdan
Li ser daxwaza rûspiyên eşîran 10 girtî hatin berdan
Li ser daxwaza rûspiyên eşîran 10 girtî hatin berdan
Li ser daxwaza rûspiyên eşîran 10 girtî hatin berdan
11 adar, 2019   13:07

REQA

Li ser daxwaza rûspî û eşîrên bajêr û bicihanîna banga  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Buroya Têkiliyên Leşkerî 10 girtiyên ji şêniyên bajarê Reqayê û gundên wê serbest berdan.

Ji ber vê yekê rûspî û eşîrên bajarê Reqayê bi endamên Buroya Têkiliyên Leşkerî ya Giştî û malbatên girtiyan re li navenda Fermandariya Giştî ya QSD`ê civiyan.

Di roja serbestberdana girtiyan de, şêx Ayid El-Hadî şêxê eşîra El-Mûsa axivî û wiha got: "Em vegera xwe li gel û civaka we pîroz dikin, lê em dixwazin hûn vegerin mêjiyê xwe û di kar û avakirina bajêr de bibin alîkar."

Şêx Ayid El-Hadî wiha got: "Em ji we dixwazin hûn bi qasî baweriya ku me da we, piştî hate teqezkirin ku destê wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune ye, em wek rûspiyên eşîran û li ser daxwaza me Rêveberiya Xweser ew girtî serbest berdan."

Paşê Buroya Têkiliyên Giştî 10 girtî radestî malbatên wan kirin, malbatên wan jî spasiya însiyatîfê kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya civîneke çapemeniyê li Eyn Îsa di 2`yê Adarê de 283 girtî, li ser daxwaza rûspiyên eşîrên herêmê serbest berdan.

(jo)

ANHA