Mehmûd Ebas hikumeta nû ava dike

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas, ji rayedarên tevgera Fetih Dr. Mihemed Aştiye erkdar kir ku hikumeta nû li şûna hikumeta berê ya di bin serokatiya Ramî El-Hemedellah de di Çileya borî de, ava bike. Lê ew avakirin jî di nava nerazîbûna komên Filistînê de, di serî de tevgera Hemasê de, hat.

Mehmûd Ebas hikumeta nû ava dike
11 adar, 2019   11:13

XEZA

Tê payîn ku Dr. Mihemed Aştiye hikumeta xwe ji komên Rêxistina Rizgariyê yên ne ji Hemas û Cîhad El-Îslamî, ragihîne.

Piraniya komên Filistînê, avakirina hikumeta nû, di nav de komên Rêxistina Rizgariya Filistînê (Cebhet El-Şebiyê a Demokratîk) avakirina hikumeta nû red kir.

Piranî komên Filistînê damezirandina hikumeta nû red kir. Hemasê der barê vê yekê de wiha got: "Tu hikumetek an saziyek derveyî lihevkirina civakî ya niştîmanî bê avakirin, ew li gorî berjewendiyên bi piştevaniya Misrê ye û xurtkirina siyaseta sîtemkarî û teşwîqkirina parçekirinê ye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hikumeta borî bi lihevkirina di navbera komên Filistînê de hatibû avakirin û di serî de jî tevgerên Fetih û Hemasê bûn. Her wiha filistîniyan dixwest bimîne ji bo ji nû ve lihevkirin di navbera Fetih û Hemasê de pêk were. Lê niha di navbera her duyan de nakokî zêde bûne. Ji lew re hikumeta nû ji komên derveyî Rêxistina Rizgariyê wekî Hemas û Cîha El-Îslamî pêk nayên.

(fr)

ANHA