Guhertina demografyaya Efrînê didome

Piştî rejîma Sûriyê û Rûsyayê herêmên Idlibê bi dijwarê topbaran kirin û bi armanca berdewamkirina guhertina demografyaya Efrînê, 30 malbatên çeteyan ji gundewarên Idlibê gihîştin bajarê Efrînê.

Guhertina demografyaya Efrînê didome
Guhertina demografyaya Efrînê didome
Guhertina demografyaya Efrînê didome
Guhertina demografyaya Efrînê didome
11 adar, 2019   11:09

CAFER CAFO / EFRÎN

Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ji Cerablus û heta Idlibê ewlehî tune ye. Hêzên rejîma Sûriyê Idlib ku di bin dagirkeriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û artêşa Tirk a dagirker de ye, her wiha nuqteyên çavdêriyê topbaran dike.

Çavkaniyan ji ajansa me re diyar kir ku piştî hêzên rejîma Sûriyê û Rûsyayê gelek herêmên bejahiya Idlibê topbaran kirin, nêzî 30 malbatên çeteyan ji wan herêman derketin, gihîştin Efrînê û xwe di bajêr de bi cih kirin. Bi vê yekê guhertina demografyaya herêmê didome.

Di heman demê de agahî ji Efrînê hatin ku di her du şevên derbasbûyî de karwanek ku ji 50 erebeyên leşkerî pêk dihat, derket û ber bi cihekî nediyar ve çû. Çavkaniyên herêmî jî ev yek teqez kir.

Piştî ku rejîma Sûriyê û Rûsyayê êrîşên hewayî li ser herêmên Idlibê pêk anîn, di nava çeteyên artêşa Tirk a dagirker de tirs çêbûye. Komên çete ditirsin ku Tirkiyê di nîvê rê de dev ji wan berde û bi vê yekê bi tena xwe  dibin hedefa topên rejîmê û balafirên Rûsyayê û bi taybet di dema ku civînên sêalî di navbera Tirkiyê, Rûsya û Îranê de têne lidarxistin.

Ji aliyekî din ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên dermirovî li dijî xwezaya herêmê didomînin. Di dîmenekê de ku bi rêya yek ji çavkaniyên li Efrînê gihîşt ajansa me, diyar dibe ku artêşa Tirk a dagirker bi sedan darên zeytûnan ên nêzî Efrînê, qut dikin.

(bx)

ANHA