Xebatkarên şaredariyên Şehbayê ji bo civakê bi roleke girîng radibin

Dema mirov li kolanên gundewarên Şehbayê digere, dibîne ku her kes bi karekî mijûl dibe. Ew karker ku bi şev û roj xizmeta civakê dikin, xweşikbûna herêmên xwe vedigerînin ku di encama şerên berê de hatibû têkbirin.

Xebatkarên şaredariyên Şehbayê ji bo civakê bi roleke girîng radibin
Xebatkarên şaredariyên Şehbayê ji bo civakê bi roleke girîng radibin
Xebatkarên şaredariyên Şehbayê ji bo civakê bi roleke girîng radibin
Xebatkarên şaredariyên Şehbayê ji bo civakê bi roleke girîng radibin
Xebatkarên şaredariyên Şehbayê ji bo civakê bi roleke girîng radibin
Xebatkarên şaredariyên Şehbayê ji bo civakê bi roleke girîng radibin
9 adar, 2019   10:43

CAFER CAFO - GANDÎ ELO / ŞEHBA

Di sala 2016’an de şaredariyên kantona Şehbayê hatin avakirin da ku vê herêma jibîrkirî veguherînin herêmeke tijî coşa jiyanê. Gundewarên Şehbayê yên ku di demên borî de tijî çop û qirêjiyên çeteyên DAIŞ’ê lê hebûn, roja îro vediguhere herêmeke paqij û nexweşiyên bi sedema wan qirêjiyên çêdibûn, kêmtir dibin. Lê ew jî di encama keda bêrawestan a bi sedan karkerên şaredariyê de ye ku mirov dikare wek “leşkerên nenas” bi nav bike.

Nêzî salekê ye anku piştî êrîşên artêşa dagikeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê, bi sed hezaran şênî neçar man ku berê xwe bidin kantona Şehbayê da ku xaka xwe bernedin û dest bi qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê bikin.

Bi aramanca pêşdebirina rewşa xizmetguzariyê ji bo şêniyên kantonên Şehbayê û Efrînê, li kantonê şaredarî hatin avakirin û yên ku herî zêde kar dikin, karkerên paqijyê ne ku dema xwe bi kar didomînin.

Li kantona Şehbayê 80 gund hene ku tê de malbatên Efrînê û Şehbayê dijîn. Da ku ew gund bên paqjikirin, şaredariyê karkerên paqijiyê li hemû gundan erkdar kirin.

Hejmara karkerên kantona Şehbayê 139 e. Ji bilî roja Înê, her roj dixebitin. Ji saet 6’ê sibehê heya 2’yê êvarê dixebtin.

Hejmara navendên şaredariyên li Şehbayê 8 e. Wiha karker li gor gundan hatine belavkirin; li navçeya Ehdas 25, Til Rifat û Fafînê 17, Kever Naya 12, Ehres 22, Aqîbê 11, Kampa Serdemê 16 û Kampa Berxwedanê 13.

Ji ber kêmbûna derfetan û alavan, karker karê xwe bi amûrên destan dikin, wekî sirbige û qotiyeke biçûk da ku qirêjiya li keviyên rê rakin. Lê li aliyekî li ser karkeran xetere jî heye, ji ber heta niha bermahiyên DAIŞ’ê wekî mayinan, nehatine paqijkirin.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan ê Kantona Şehbayê Mihemed Elo ji ajansa me ANHA’yê re wiha axivî: "Piştî şênî ji Efrînê neçar man derkevin û piştî avakirina şaredariyên girêdayî kantona Efrînê, me dest bi koordînakirina karê xizmetguzariyê kir da ku rewşa xizmetê bi pêş bikeve. Karkeran roleke girîng di paqijkirina herêmê de lîst. Rojane kolan û rêyên sereke ji saetên sibehê heta danê nîvro têne paqijkirin."

Karkerê şaredariyê Mihemed Elî Bêrem diyar kir ku nexweşî kêmtir bûne, di encama paqijkirina bênavber de û wiha lê zêde kir: "Em rojane gund û navçeyan paqij dikin û vê jî bi xwe re nexweşiyên bi sedema pêşûyên ku di nava çopan de hebûn, kêmtir kir.”

(fr)

ANHA