Li Minbicê teqîn – HAT NÛKIRIN

Li gorî agahiyên despêkê ku kesekî xwekuj tevî erebeya xwe, li ser rêya navdewletî ya başûr rojhilatê bajarê Minbicê xwe teqand. Di encama wê de birîndar çêbûn.

Li Minbicê teqîn – HAT NÛKIRIN
Li Minbicê teqîn – HAT NÛKIRIN
Li Minbicê teqîn – HAT NÛKIRIN
Li Minbicê teqîn – HAT NÛKIRIN
Li Minbicê teqîn – HAT NÛKIRIN
Li Minbicê teqîn – HAT NÛKIRIN
Li Minbicê teqîn – HAT NÛKIRIN
9 adar, 2019   10:31

MINBIC

Nûçegihanên me ji bajarê Minbicê ragihandin ku kesekî xwekuj di hundirê erebeya xwe de li gel nuqteyeke derbasbûna erebeyan ji sûka sewalan li ser rêya navdewletî ya başûr rojhilatê Minbicê xwe teqand.

Di encama wê de çend sivîl birîndar bûn. Sivîl ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên bajêr. Her wiha hêzên Ewlekariya Hundrîn yekser berê xwe dan cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin.

(bx)

ANHA