Li Venezuelayê rewş aloztir dibe

Dîsa îro bi hezaran welatiyên Venezuelayê yên alîgerên Juan Guaido xwe amade dikin ku li dijî serok Nicolas Maduro derkevin qadan.

Li Venezuelayê rewş aloztir dibe
9 adar, 2019   11:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ku AFP’ê ragihandiye, tê payîn ku îro bi hezaran venezeulayî li ser hewldana serokê opozîsyonê Juan Guaido da ku fişarê li ser serok Nicolas Maduro zêde bikin, dakevin qadan.

Guido duh li ser hesabê xwe yê Twitterê bang li gelê Venezuelayê kiribû ku nêrînên xwe li dijî sîstema sexte û gendeliya ku welat xistiya aloziyê, bi tundî li kolanan bidin nîşandan.

Guaido hewl dide fişarê li serok Maduro bike ku Gulana borî ji bo serokatiyê hatibû hilbijartin bike ku ji serokatiyê bide alî û ji nû ve hilbijartinên serokatiyê bêne kirin. Ji aliyekî din ve Maduro ji alîgerên xwe xwest ku roja Şemiyê li dijî emperyalîzmê dakevin kolanan û "şerê elektrîkê (kehrebe) yê emperyalîzma Amerîkayê” şermezar bikin.

Di vê navberê de elektrîk li piraniya bajaran ji roja pêncşemê ve qut bûye, ev cara yekê ye ku li welêt demeke wiha dirêj elektrîk qut dibe.

Li Venezuelayê bi sedema kêmbûna benzînê tevî ku mezintirîn qada petrola cîhanê ye, alozî zêde bû. Her wiha Washington dibîne ku serok Nicolas Maduro yekemîn berpirsê rewşa aloz a Venezeulayê ye. Li aliyekî din jî DYA’yê meha borî Juan Guaido wek serokê Venezeulayê nas kir.

(fr)