TEV-ÇAND’a Efrînê xwe ji nû ve bi rêxistin kir

Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê li gorî mercên heyî xwe ji nû ve bi rêxistin kir û xebatên parastina çanda kantonê didomîne.

9 adar, 2019   09:38

CAFER CAFO – ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Dagirkeriya Tirkiyê 20‘ê Çileya 2018‘an êrîşên bi armanca qirkirinê birin ser kantona Efrînê. Şêniyên Efrînê di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de li hemberî teknolojiya pêşketî ya dagirkeriyê 58 rojan li ber xwe da û di 18‘ê Adarê de ji ber dijwariya êrîşan neçar man ku berê xwe bidin kantona Şehbayê û Berxwedana Serdemê li vir di qonaxa duyemîn de didomînin.

Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) ya Efrînê ku bingeha sereke ya parastina çanda civakê ye, çanda Efrînê parast û hê jî diparêze. Tevgera çandê niha li kantona Şehbayê jî xebatên xwe bi wê armancê didomîne û di vê çarçoveyê de xebatên sînema, şano, stran, govend û hwd bi rêxistin dike.

Rêveberê Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Henan Seydo diyar kir ku Efrîn bi çanda xwe tê naskirin û gelê wê jî bi çanda xwe ve girêdayî ye. Seydo destnîşan kir ku beriya dagirkirina Efrînê wan xebatên xwe li ser asta 7 navçeyan; Raco, Cindirês, Bilbil, Mabata, Şera, Şiyê, Şêrawa û navenda bajar bi rêxistin dikirin, her navçeyekê bi awayekî xweser kar û xebata xwe dimeşand.

‘Me xwest li dijî armancên faşîzmê bibin bersiv’

Tevgera Çand û Hunerê ya Efrînê li Şehbayê xebatên xwe li gorî rewşê didomîne. Tevgerê li kantona Şehbayê û di kampan de navend vekirin. Her wiha Komîna Fîlman a Rojava ava kirin û xebatên xwe yên perwerdeyê didomînin û di hemû çalakiyan de beşdar dibin.

Rêveberê Komîna Fîlman a Rojava a Avrîn, Mihyedîn Erselan wiha got: "Bê guman êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê bi armanca qirkirina çandê pêk hat. Gotinek heye dibêje heger tu bixwazî gelekî tune bikî, destpêkê çanda wê tune bike. Lê wan nedikarî vê yekê bikin, ji ber ku şêniyên Efrînê heta piştî derketina Şehbayê jî çanda xwe parast, wekî endamên Tevgera Çand û Hunerê me xwest li dijî êrîşên faşîzmê bibin bersiv."

Mihyedîn Erselan diyar kir ku bi derfetên kêm wan 5 fîlm li ser Efrînê hazir kirine û beşdarî Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navdewletî bûn.

Her wiha Erselan got wan alîkarî da hin hunermendan ji bo derxistina klîba ‘Berxwedana Efrînê’derxistin. Niha jî amedekariya klîbeke din dikin ku bi navê ‘Lo lo welato’ derxin.

Her wiha bi Yekitiya Hunermendan û Komîna Fîlman kar û xebatê didin meşandin.

Rêvebera Tevgera Kevana Zêrîn, Bêrîvan Dodax li ser xebatên wan ên xweser girêdayî jinan wiha got: “Me xwest cihê me di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de hebe. Destpêkê em zarokên Efrînê ji gund û kampan kom bûn û me komên stran, govend, şano û wênexêziyê ava kirin."

Bêrîvan anî ziman ku wan komên zarok û jinên ciwan ava kirin û wiha domand: "Koma Heyfa a stranan, koma jinan a Şehîd Berçem a stranan, Koma Şehîd Viyan Soran a govendê hatin avakirin. Her wiha me endamên ragihandinê ji bo Tevgera Kevana Zêrîn amede kirin. Hemû kom perwerdeyên xwe dibînin û beşdarî çalakiyan dibin.”

ANHA