Rojeva çapemeniya erebî ya îro

Geşedanên li Idlibê, xwepêşandanên li Cezayir û Sûdanê, aloziyên li Yemen û Venezuelayê û têkiliyên Amerîka û Tirkiyê di roneva çapemeniya erebî ya îro de bûn.

Rojeva çapemeniya erebî ya îro
9 adar, 2019   09:20

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Heyat: Tirkiye û Rûsya dewriyeyen hevbeş li Idlibê digerînin

Der barê geşedanên li Sûriyê de rojnameya El-Heyat wiha nivîsî: "Ev çend hefte ye li herêmên bêçek yên Idlibê binpêkirin çêdibin, lê piştî çend hefteyan Tirkiyê dewriyeyên xwe li derdora Idlibê gerandin. Tirkiyê her wiha diyar kir ku Rûsya jî dê dewriyeyên xwe bigerîne da li herêmê agirbest çêbe. Li gorî çavkaniyên opozîsyona Sûriyê, ev dewriye di encama hevpeymana Tirkiye û Rûsyayê ya li Soçiyê ya payiza sala borî de pêk hatin. Opozîsyonê her wiha got dibe balafirên Tirkiye û Rûsyayê jî li asîmanê herêmê bifirin da ku rê li pêşiya binpêkirinên rejîmê bigirin."

El-Ereb: Cezayîr xwe ji bo pêvajoya piştî Bûtiflîqa amade dike

Der barê rewşa Cezayîrê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Xwepêşandanên girseyî nîşana wê yekê bûn ku pêvajoya serokê Cezayîrê Ebdilezîz Bûtiflîqa bi dawî bû, êdî hêzên siyasî, partiya desthilatdar û artêş gihîştin wê baweriyê ku pêwîst e xwe ji bo pêvajoya piştî Bûtiflîqa amade bikin."

Rojnameyê wiha dewam kir: "Roja înê ku îna sêyemîn ya xwepêşandanan bû, bi sed hezaran cezayirî daketin qadên paytextê û hemû bajarên din û doza çûna desthilatdariyê kirin."

Sûdan

Der barê xwepêşandanên Sûdanê de rojnameya El-Heyat wiha nivîsî: "Li gorî şahidan, li mizgefteke mezin a nêzî paytexta Sûdanê Xertûmê, bi sedan xwepêşandêr daketin qadan û dirûşmên li dijî hikumetê avêtin, polîsan jî bi bombeyên gazê ew belav kirin."

Al-Heyat wiha dewam kir: "Ev xwepêşandanên ku li bajarê Um Dermanê çêbûn, yên herî dawî bûn li dijî serokê Sûdanê Umer El-Beşîr ku roja 19`ê Çileya 2019`an ve dest pê kirine. Şahidan diyar kir ku li deverên paytextê jî piştî nimêja înê kombûn çêbû û dirûşmên li dijî El-Beşîr berz kirin."

Venezuela

Geşedanên li Venezuelayê di rojeva rojnameya El-Şerq El-Ewset de bû: "Elektrîk li Venezuelayê qut bû û jiyan li gelek saziyên paytext Karakasê felc bû. Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro jî der barê mijarê de `emperyalîzma Amerîkayê` tawanbar kir."

Rojnameyê wiha berdeam kir: "Maduro li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: “Qutbûna elektrîkê di encama şerê elektrîkê de çêbû ku emperyalîzma Amerîkayê li dijî gelên me dike."

Lîderê opozîsyonê Juan Guaido ku xwe wek serokê demkî ragihandiye, got qutbûna elektrîkê nîşana bêkêriya dagirkeran e, ew behsa Maduro dike."

Iraq

Rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Lihevhatinên di navbera hevbendiyên El-Fetih û Sairûn de dê rê li pêşiya serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî veke ku hikumeta xwe temam bike. Ji hikumetê hîna 3 wezaret kêm in; ya karên hundir, parastin û dadê, ji ber ku hêzên siyasî der barê van wezaretan de li hev nakin."

Amerîka – Tirkiye

Al-Quds El-Erebî der barê têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê de wiha nîvîsî: "Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Charles Samrez duh înê got eger Tirkiye sîstema moşekan a Rûsyayê S-400 bikire, dê encamên xerab rû bidin. Samrez der barê mijarê de bersiva rojnamevanan da û got "Eger Tirkiyê sîstema S-400 bikire dê di têkiliyên me yên giştî û yên leşkerî de encamên xerab rû bidin. Em ê wê çaxê balafirên F35 û moşekên Patriot nedin wan."

Yemen

Rojnameya El-Hayat der barê rewşa Yemenê de jî wiha nivîsî: "Hevbendiya alîgirê hikumeta Yemenê duh diyar kir ku milîsên Hûsiyan di nava 24 saetan de 18 caran peymana agirbestê binpê kiriye."