Dîmenên nû yên dizî û talana dagirkeriya Tirkiyê

Ajansa me ji çavkaniyên pêbawer ji hundirê Efrînê belge, wêne û dîmenên ku hovîtî û diziya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin, girtin.

Dîmenên nû yên dizî û talana dagirkeriya Tirkiyê
Dîmenên nû yên dizî û talana dagirkeriya Tirkiyê
Dîmenên nû yên dizî û talana dagirkeriya Tirkiyê
Dîmenên nû yên dizî û talana dagirkeriya Tirkiyê
Dîmenên nû yên dizî û talana dagirkeriya Tirkiyê
Dîmenên nû yên dizî û talana dagirkeriya Tirkiyê
Dîmenên nû yên dizî û talana dagirkeriya Tirkiyê
Dîmenên nû yên dizî û talana dagirkeriya Tirkiyê
Dîmenên nû yên dizî û talana dagirkeriya Tirkiyê
9 adar, 2019   09:44

EFRÎN

Ev ji salekê zêdetir e ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Efrînê kir. Her roj binpêkirinên li ser şênî û xwezaya Efrînê zêdetir dikin.

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ji roja dagirkirina Efrînê heta niha bi sedan şênî qetil kirine û bi hezaran jî revandine. Di heman demê de çete dizî û talana mal, milk û berhemên şêniyan dikin.

Wêne û dîmen ji çavkaniyên pêbawer gihaştin ajansa me, tê de diziya çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji mal û milkên sivîlan re diyar dibe.

Di dîmenan de dizîna mala sivîl Henan Ehmed ê ji gundê Zerga yê girêdayî herêma Raco û mala sivîlê bi navê  Mihemed Cefo ji navenda herêma Cindirêsê diyar dibe. Her wiha di dîmenan de tevlihevî û şikandina tiştên ku dagirkeriya Tirkiyê nekariye bidizin, tê dîtin.

(jo)

ANHA