Di bîranînên hevaltiya tembûrê de Mihemed Şêxo…

Mihemed Şêxo di dirêjahiya temenê hunermendiya xwe de hevaltiya tembûrê bi gelek hunermedên Kurd re kiribû. Em ê bîranên Mihemed Şêxo bi, dengbêj Zeydan (Bavê Ferîd), kurapê wî bavê Hadî yê ku ji bo tembûrê şerê Mihemed Şêxo kiribû û Şefîq (Ebû Read) re parve bikin.

Di bîranînên hevaltiya tembûrê de Mihemed Şêxo…
Di bîranînên hevaltiya tembûrê de Mihemed Şêxo…
Di bîranînên hevaltiya tembûrê de Mihemed Şêxo…
Di bîranînên hevaltiya tembûrê de Mihemed Şêxo…
9 adar, 2019   09:19

 BÊRÎTAN MEDUSA / NAVENDA NÛÇEYAN

Mihemed Şêxo hunermedê bi nav û deng ê ji Rojavayê Kurdistanê ye ku dengê wî yê zelal û têlên tembûra wî êşên Kurdan dianîn ziman. Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li gundê Xecoka Mezin a girêdayî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Malbata bavê Mihemed Şêxo Şêxmûs malbateke feqîr bû. Bavê Mihemed Şêxo bi 5 birayên xwe re di sala 1956’an de ji gundê Xecokê derdikevin û li cihekî nêzîkî Xecokê bi cih dibin. Cihê ku nêzî kîlometreyekê dûrî Xecokê gundekî ava dikin û ji wî gundî re dibêjin Salihiyê (Xecoka Biçûk). Mihemed Şêxo di 8 saliya xwe de li gundê Xecokê dest bi dibistanê dike. Mihemed Şêxo di sala 1970’an de ji ber pirsgirêkan diçe Lubnanê, nêzî 3-4 mehan li wir dimîne, li Lubnanê bi çend hevalên xwe re koma muzîkê ya Serkeftin ava dike. Heta wê demê Mihemed Şêxo wek tembûrvan tev li xebatan dibe. Mihemed Şêxo di sala 1973’yan de di diçe Iraqê. Di sala 1974’an de diçe Başûrê Kurdistanê û li wir di radyoyên kurdî de stranan dibêje. Sala 1975’an bi hinek pêşmergeyan re derbasî Îranê dibe. Li Îranê mamostetiya erebî dike. Li wir bi Nesrînê re dizewice. Mihemed Şêxo di 1984’an de dizivire Qamişlo. Mihemed Şêxo di Adara 1989’an de li Qamişlo jiyana xwe ji dest da û ji aliyê 70 hezar kesî ve li Goristana Hilêliyê hate veşartin.

Heta niha gelek kesan li ser jiyana Mihemed Şêxo agahî bi civakê re parve kirine. Me wek ANHA xwest di bîranînên hunermendan de kesayeta Mihemed Şêxo nêzîktir nas bikin.

Mihemed Şêxo yê tilîdirêj ne kesekî asayî bû

Yek ji van kesên ku bi Mihemed Şêxo re mezin bûye, ji bo tembûrê bi Mihemed Şêxo re şer kiriye û hevalê wî yê dibistanê kurapê wî Ebdulhadî Elî (Bavê Hadî) (52) ye. Bavê Hadî dibêje Mihemed Şêxo ne kesekî asayî bû. Bejna wî 2 metre û tiliyên wî pir dirêj bûn. Kesek pir jîr û birçiyê fêrbûnê bû. Her tim yekemê dibistanê bû. Mihemed Şêxo heta refa 6’an li gundê Xecokê, refên 7-8 û 9 jî li Qamişlo taxa Xerbî xwend. Di refên 7 û 8’an de çavên wî xirab bûn. Mamosteyê wî ji bo emeliyata çavên wî pere kom dike, dişîne Helebê û çavên wî emeliyat dikin. Mihemed Şêxo ji bo bikeve ezmûnên refa 9’an pere ji bavê xwe dixwaze, lê ji ber ku malbat pir feqîr e, pere tune ye ku bide Mihemed Şêxo. Ji ber hejariyê dest ji dibistanê berdide. Dema ku bavê wî pere nade aciz dibe, bi tembûra xwe ya bûye hevala wî re ji Xecokê heta Til Berakê dimeşe. Li wir leşkerên Esad wî digirin û jê re dibêjin “Tu ajanê Îsraîlê yî”. Dema nasnameya xwendekariyê li cem wî dibinin, wî berdidin.

Hîn di zarokatiya xwe de şerê tembûrê dikir

Mihemed Şêxo di 11 saliya xwe de bi birayê mezin ê Bavê Hadî re diçû ber pez. Birayê Bavê Hadî li ber pez bilûr lê dixist. Yekem car Mihemed Şêxo li wir dest diavêje amûrên muzîkê û cara yekem bilûrê fêr dibe. Bavê Bavê Hadî, Hisên xerat bû. Tembûr jî çêdikirin û bi xwe jî li tembûrê dixist. Ji kurê xwe (Bavê Hadî) re tembûreke biçûk çêdike. Dema Mihemed Şêxo diçe mala wan, tembûra wî jê distîne û lê dixe. Bavê Hadî jî digirî û ji bo tembûrê bi Mihemed Şêxo re şer dike. Mihemed Şêxo jî bi dizî diçe mala kurapê xwe û tembûra wî lê dixe.  

Yekî tembûrvan li ku be, Mihemed Şêxo li wir bû

Roj derbas dibûn û Mihemed Şêxo wek derwêşekî li pey hunermendan dikeve. Her kesekî bizane tembûrê lê bixe, xwe digihînê. Yek ji van kesan jî Xelîloyê Êzidî ye. Xelîloyê Êzidî tembûrvanekî pir xurt bû û li gundê cîranê Xecokê, Xirbê Kurma paletî dikir. Mihemed Şêxo jî ji bo ku biçe gel wî û baştir fêrî tembûrê bibe, diçe bi wî re paletiya pembû dike. Bi Xelîloyê Ezidî re salekê ma û dibe heval û li gel wî baş fêrî tembûrê dibe. Hevaltiyên Mihemed Şêxo bi rêya tembûrê çêdibin.

Şevên gundê Xecoka biçûk bi şevbêrkên Mihemed Şêxo xweş dibûn

Gundê Salihiyê şevên xwe bi şevbêrkan derbas dikirin. Bavê Hadî, Mihemed Şêxo û hevalên wan her tim şevbêrk li dar dixistin, carinan dilxweş carinan jî bi stranan melûl dibûn. Bavê Hadî û Mihemed Şêxo bi zimanê erebî stran digotin. Carinan wî digot Bavê Hadî direqisî û carinan Bavê Hadî digot û ew direqisî.

Yek ji hevalên wî ku bandora xwe li Mihemed Şêxo kirî jî dengbêjê ji Qamişloyê Helîmê Hiso bû. Jiyana wan bi feqîrî, tembûr, çîrok û reqsê derbas dibû. Bavê Hadî bîranîneke xwe ya şevbêrkan wiha vegot: “Şeveke havînê bû, bêhna me teng bûbû. Wî rahişt tembûrê, min jî misînê jinapa xwe girt û bi hesin li binê wê xist. Sibe zû jinapa min kir hewar, binê misîn qul bûbû. Wê demê feqîrî bû, jinapa min misînê xwe nedida malê dinyayê.” 

Ji nanê tisî pir hez dikir

Bavê Hadî dibêje ku her çendî Mihemed Şêxo dilê gel bi stranên xwe xweş dikir lê hunera xwe nedikir tîcaret û pir feqîr bû. Herî zêde nanê tisî dixwar û pir ji nanê tisî hez dikir. Dema ew dişandin firinê, heta digehîşt malê, nan nivî dikir. Mihemed Şêxo kesekî pir feqîr bû, lê dilê wî zengîn bû. Tu carî ji bo malê dinyayê destê xwe li kesî venedikir.

Ji bo ku bi zimanê xwe bistrê, çû Lubnanê

Mihemed Şêxo di 1970’yan de diçe Lubnanê, çend mehan li wir dimîne û piştre dîsan dizivire Qamişlo. Piştî ku dizivire, di Koma Rimêlan a Erebî de kar dike. Lê hîn di ciwaniya wî de êşên Kurdan dilê wî pêça û dixwest bi zimanê xwe stranan bibêje û wan êşan di têla saza xwe de birêse. Wî di dawetan de stranên kurdî digotin, lê wekî hemû dewletên dagirkerên Kurdistanê, rejîma Sûriyê jî ziman û çanda kurdî qedexe dikir û nedihêla kes bi kurdî bistrê. Mihemed Şêxo ji bo ku bi kurdî bistrê, dest ji Koma Rimêlan berdide û dîsa dizivire Lubnanê. Li wir bi çend hevalên xwe re Koma Serkeftin ava dike û stranên kurdî dibêje. Yek ji van stranan jî ‘Ay Gewrê’ ye. 

Bavê Hadî heta sala 1980’yan tembûr lê xistiye û li Şamê di koma kurdî ya bi navê Xelat de 3 salan tembûrvanî kiriye. Piştî ku ji Koma Xelat derket, dest bi karê sanayiyê kiriye û heta niha jî li Qamişlo karê sanayiyê dike.

Yek ji hevalên Mihemed Şêxo jî Dengbêj Zeydan (Bavê Ferîd) e. Dengbêj Zeydan niha jî di Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo de di Koma Pale de dengbêjiyê dike. Dengbêj Zeydan di 17 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê dike. Dengbêj Zeydan jî wekî Mihemed Şêxo dema li cihekî hunermendek didît, diçû cem û lê guhdar dikir. Dengbêj Zeydan piştî ku navê Mihemed Şêxo dibihîze, diçe cem û dibin hevalên hev.

Ji bo ku dengê Mihemed Şêxo qeyd bikin, nobedar bi cih dikirin

Dengbêj Zeydan dibêje wî bi Mihemed Şêxo re gelek rojên xweş û nexweş derbas kirine. Dengbêj Zeydan bîranîneke xwe ya li gel Mihemed Şêxo wiha vedibêje: Wê demê sal 1976 bû. Rojekê biryar dane ku ji bo Mihemed Şêxo kasetekê dagirin. Mihemed Şêxo, Dengbêj Zeydan û bi çend hevalên xwe yên dengbêj re li mala Dengbêj Zeydan kom dibin. Ji ber ku stran bi kurdî bûn û stranên bi kurdî jî qedexe bûn, li serê her kolanekê ciwanek bi cih dikin. Ji bo ku eger leşker werin, ew Mihemed Şêxo ji wir derxin. Destpêkê Rifetê Darî strana ‘Fatima Salih Axa’ dibêje, piştre jî Mihemed Şêxo radihêje tembûrê û heta derengiya şevê distrê.  Piştî ku kaseta xwe dadigirin, Mihemed Şêxo wê şevê li mala Dengbêj Zeydan dimîne. Dema ji bo razanê cihên Mihemed Şêxo datînin, ji ber ku bejna wî pir dirêj e, lingên wî dikevin erdê. Ew jî jê re balîfan datînin biniya doşekê. Dengbêj Zeydan û hevalên wan ji bo Mihemed Şêxo şevbêrk amade dikirin. Neçar bûn her şev li malekê buna, ji ber ku Mihemed Şêxo bi kurdî stran digotin.

Sohbeta wî her tim li ser muzîkê bû

Dengbêj Zeydan dibêje rojekê Mihemed Şêxo hat cem wî, jê dixwaze Dengbêj Zeydan pê re biçe Dirbesiyê ji bo hesinê xanîçêkirinê jê re bînin. Di rê de ji Dengbêj Zeydan re dibêje ka kesata xwe dayne ser teybê. Ew jî kaseta xwe datîne. Strana Dengbêj Zeydan a “Birêse dîlber birêse” lê dixe. Ew stran bala Mihemed Şêxo dikişîne. Piştî salekê bi heman awazê strana “Agirê derdê te îro sotime ez” derdixe. Jixwe hemû sohbet û axaftin li ser huner û muzîkê bû. Mihemed Şêxo yek bi yek li gel nivîskar û hunermendan digeriya. Mehmûd Ezîz Şakir û Yusif Berazî jî ji van hunermedan in û gelek bandor li Mihemed Şêxo kirin. Di heman demê de hunermedê mezin Aram Tîgran jî gelek bandor li Mihemed Şêxo kiriye. Mirov dikare bibêje Mihemed Şêxo li deriyê gelek hunermendan daye û bûye heval bi wan re.

Mihemed Şêxo hunermedê her kesî bû

Mihemed Şêxo hunermedê her kesî bû; hunermendê feqîr, zengîn, evîndar û welatparêzan bû. Armanca wî derdê xwe ji civakê re gotin bû. Li gel ku gelek feqîr jî bû, tu car hunera xwe nekiriye mijara ticaretê. Ji ber vê jî ji bo tenê bi kurdî bistrê û derdê Kurdan bîne ziman, di nava jiyana feqîriyê de li gelek welatan geriyaye û şewata dilê xwe bi gelê xwe re parve kiriye.

Bizaniya Cegerxwîn li ku ye, xwe digihandê

Yek ji kesên ku tembûra wî bi tembûra Mihemed Şêxo re jî Şefîq (Ebû Read) bû. Şefîq dibeje ku ew 4 sal ji Mihemed Şêxo mezintir e. Dema Şefîq Mihemed Şêxo naşi, 16 salî bû. Wê demê mala wî li Qamişlo ye, Mihemed Şêxo jî li Qamişlo dixwend. Şefîq wê demê tembûr lê dixist û di dawetan de stran digotin. Rojekê Şefîq dibihîze ku kesek bejnzirav, biberçavk ku tembûrê pir xweş lê dixe, hatiye Qamişlo. Ew kes Mihemed Şêxo bû. Şefîq ji bo naskirina Mihemed Şêxo dikeve ser rê. Jixwe Mihemed Şêxo jî li hevalên tembûrvan digeriya. Mihemed Şêxo û Şefîq bi rêya tembûrê dibin heval, heta ku Mihemed Şêxo jiyana xwe ji dest dide. Şefîq dibêje ku Mihemed Şêxo pir ji helbestvanê mezin Cegerxwîn hez dikir, dema bibihîstiya Cegerxwîn li cihekî nêzîk e, hema xwe digihandê.

 Şefîq, Mihemed Şêxo bi xwe dibe dawetan

Ji ber ku malbata Mihemed Şêxo ne li Qamişlo bû, ew her tim li gel hevalên xwe dima. Yek ji hevalên wî ku li mala wî dima jî Şefîq bû. Wê demê Şefîq di nava gel de dihat nasîn, ji ber ku di dawetan de distra. Lê Mihemed Şêxo nediçû dawetan. Şefîq dinêre rewşa aborî ya Mihemed Şêxo pir ne baş e, wî bi xwe re dibe dawetan da ku debara xwe bike. Şefîq, Mihemed Şêxo bi hunermedê mezin Rifetê Darî re dide naskirin, Mihemed û Rifet bi hev re dibin heval.   

Şefîq Mihemed Şêxo şand cem Mehmûd Ezîz

Wê demê sal 1972 bû. Hunermend Mehmûd Ezîz û çend hunermedên din li Lubnanê koma bi navê Newroz ava kiribû. Şefîq ji Mihemed Şêxo re dibêje here Lubnanê cem Mehmûd Ezîz. Mihemed Şêxo jî dikeve ser rêya Lubnanê. Şefîq çûyîna Mihemed Şêxo wiha bi bîr tîne: “Mihemed ditirsiya, sê şevan cem min ma. Hemû stranên min nivîsandin û piştre ket ser rê.” Şefîq ji bo bizane Mihemed Şêxo gihîştiye armanca xwe yan ne her tim radyoya Lubnanê guhdar dikir. Şefîq dibeje ku ew êvareke havînê çûbû ser goristanan, dîsa di destê wî de radyo hebû. Carekê di radyoyê de dibêjin “Niha jî koma Newroz, bi dengê Mehmûd Ezîz û tembûrvanê mezin Mihemed Şêxo.” Şefîq li ser goristanê dest bi çepikan lê dixe, hevalek wî ji dûr ve wî dibîne û dibêje “Ha cinên te hatin te.” Ew jî stranê bi hevalê xwe dide guhdarkirin. Bi hev re serkeftina Mihemed Şêxo pîroz dikin.

‘Em ê strana Heps û Zindan bibêjin û biçin hepsê’

Şefîq got ku dema Mihemed Şêxo hat Qamişlo, di dawetekê de gazî wî kir. Bi hev re di dawetekê de stran gotin. Kesekî bang kir got “Mihemed Şêxo ji me re strana Heps û Zîndan bibêje.” Mihemed jî got “Em Hesp û Zindanê bibêjin û biçin hepsê.” Dema wî stran got dayikan lîland, mêran jî gule avêtin. Gelê Qamişlo li wan kom bû. Piştî wê leşker hatin û Mihemed Şêxo girtin. Piştî demekê berdan, dîsa girtin, dîsa berdan û vê rewşê wisa dom kir. Mihemed Şêxo tu car serî neditewand, li ser êşên Kurdan diaxivî û stranên Mehmûd Ezîz hemû ji ber kiribûn û ew stran bê tirs digotin.

‘Eger ez ji bo muzîka kurdî neyêm girtin, tê wateya ez ne Kurd im’

Şefîq got ku carekê ji min pirsî tu di aliyê siyasî de bi kî re yî. Şefîq jî gotê “Ez bi Apociyan re me” û Mihemed Şêxo jî got “Ez jî bi wan re me”. Wê demê Mihemed Şêxo dikaneke kasêtên muzîkê ji xwe re vekiribû. Cara yekem kasêta Koma Berxwedan hatibû Rojava. Mihemed Şêxo ew bi mohra dikana xwe belav kir. Şefîq ew hişyar kiribû ku mohrê lê nexe. Lê wî wiha bersiv dabû Şefîq: “Eger ez ji bo muzîka kurdî neyêm girtin tê wateya ez ne Kurd im.” Leşkeran dikana wî girt û ew jî birin girtîgeha Hesekê.

Şefîq anî ziman ku dema ew Navenda Çandê ya Qamişlo bi navê Mihmed Şêxo dibine, pir hestiyar dibe û wiha bang li ciwanên Kurd kir: “Dest ji folklora xwe bernedin û bibin şagirtên Mihemed Şêxo.”

Birayê Mihemed Şêxo, tembûr, xelatên hevalên Mihemed Şêxo û bermayên wî di odeya mala wî ya li Qamişlo de kom kirine. Deriyê xanî girtiye û çûye Ewropayê. Lewma em nikarin xwe bigihînin tembûr û xelatên hevalên wî.

‘Dê kaniya Arî bizê, em ê vexwin çend me bivê’

Di roja 9’ê Adara 1989’an de li ser mizgeftên Qamişlo dibêjin hunermed Mihemed Şêxo jiyana xwe ji dest daye. Hevalên wî yên tembûrê dikevin nava xemeke mezin. Lê yên wê rojê ketin nava xema mezin, ne tenê hevalên wî, gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ket nava vê xema mezin. 70 hezar kesan tev bi hev re ew oxir kir. Ew bi hesreta azadiya Kurdistanê çû gorê. Lê wî hêviyên azadiyê bi ristên “Dê roj min û hewe êt, kaniya Arî dê bizê, em ê jê vexwin çend me bivê” di strana “Ey Felek” de hûnandibû. Heval, dost û gelê Qamişlo bi strana wî ya “Gava ez mirim gelî zindiya, Min neveşêrin wekû hemiya, Gora min çêkin bin sîha çiya, Kêlêt min çêkin ji keziya, Hemî Adara hûn min şiyar kin, Da bikim şînê ji bo me hemiya” Mihemed Şêxo oxir kirin.  Wekî ku Mihemed Şêxo ev stran ji xwe re nivîsî, bi wê stranê jî hat oxirkirin û stran li ser gora wî nivîsîn. 

ANHA