Enwer Muslim: Nenavendîbûn daxwaza hemû pêkhateyan e

Enwer Muslim destnîşan kir ku nenavendîbûn daxwaza hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û rewşeke siyasî ye ku her kes wê qebûl dike.

Enwer Muslim: Nenavendîbûn daxwaza hemû pêkhateyan e
9 adar, 2019   07:45

EBDULSELAM KERMAN / KOBANÊ

Hevserokê Meclisa Herêma Firatê Enwer Muslim di hevpeyvîna xwe ya li gel ajansa me ANHA‘yê de wiha got: "Erka me ya sereke ya piştî têkçûna DAIŞ‘ê têkoşîna li hemberî fikrên wê ye û belavkirina çanda qebûlkirina hemû pêkhateyan e."

Çeteyên DAIŞ‘ê niha li baregeha dawîn li gundê Baxozê yê Dêrazorê ji aliyê QSD‘ê ve tengav bûne û dikin tüne bibin. Bi rizgarkrina Baxozê re çeteyên DAIŞ‘ê di aliyê leşkerî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune dibin. Piştî têkçûna DAIŞ‘ê erkên giran dikevin ser milê rêveberiya herêmê ku fikrên wê li herêmê ji holê rake.

Girêdayî mijarê, Enwer Muslim wiha got: "Em ê şerê fikra tundraw bikin. Gelek sazî, ji malbat, dibistan, heta saziyên olî û yên çandî û zanistê dê vê erkê pêk bînin. Em ê herêmên ku di dema şerê li dijî DAIŞ‘ê de hilweşiyane, ji nû ve ava bikin."

Der barê binketina civînên navdewletî yên bi navê çareserkirina aloziya Sûriyê ji Cinêvê de heta Soçiyê, Muslim wiha axivî: "Civaka navdewletî di hewldanên çareserkirina aloziyê de ne cidî ye, sedema sereke ya binketina civînan ew e ku hin alî di civînan de têne beşdarkirin û hinek jî dûrxistin. Lê bêyî danûstinên Sûrî-Sûrî û xebateke cidî çareserî ne pêkan e."

Têkildarî sîstema destûra Sûriyê Enwer Muslim wiha got: "Dema navendîbûnê derbas bû, nenavendîbûn pêwîstiyek e. Divê her kes vê rastiyê qebûl bike. Em beşek ji Sûriyeya yekbûyî ne, nenavendîtî hêza welat e, nabe ku tekakesî di hikm de hebe an jî beşeke civakê were paşguhkirin."

Hevserokê Meclisa Herêma Firatê Enwer Muslim bal kişand ser destwerdanên Tirkiyê di Sûriyê de û wiha anî ziman: "Tirkiye ku bingeha fikrên xwe ji Osmaniyan digire, polîtîkayên têkbirina ewlehiyê dimeşîne da ku berhemên wê desteser bike. Lê her kesî êdî siyasetên wê nas kirine û red dikin, ji ber vê yekê bûye dijminê dewletên mîna Sûriyê û Misrê. Li aliyekî din jî pişgiriya wê ya ji komên tundraw re diyar bûye."

Enwer Muslim di dawiya axaftina xwe de wiha lê zêde kir: "Hemû pêkhateyên herêmê asta xetereya vê pêvajoyê nas kirine. Çareseriya aloziya Sûriyê bi diyalogên navxweyî yên Sûr-Sûrî pêkan e. Divê hemû alî li ser maseya fikrê durist rûnên û ji bo çareseriyeke rastîn li hev bikin."

ANHA