DAIŞ hîna li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de heye!

Efrîniyên li Şehbayê got DAIŞ li Dêrazorê di rojên xwe yên dawîn de ye, lê ev nayê wê wateyê ku tune dibe, ji ber ku niha li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de bi navên cuda tev digerin.

DAIŞ hîna li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de heye!
9 adar, 2019   07:35

ALAN REŞÎD / ŞEHBA

Bi nêzîkbûna rizgarkirina gundê Baxozê re ku baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ‘ê li Bakurê Sûriyeyê ye, şêniyên Efrînê yên li Şehbayê nêrînên xweji me re parve kirin.

Mustefa Şakir anî ziman ku tunekirina çeteyên DAIŞ‘ê li Dêrazorê nayê wateya bidawîbûna wê û wiha got: "Cîhan texmîn dike ku DAIŞ li Sûriyê bi temamî tune bûye, lê ya rast hîna şaneyên wê yên veşartî li herêmên ku hatine rizgarkirin, hene."

Şakir bal kişnad ser ku komên tundraw ên ku fikra DAIŞ‘ê girtine, herî zêde li deverên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin wekî Bab, Cerablus, Ezaz, Efrîn û Idlibê çalak in.

Şakir bal kişand ser rewşa welatiyên qebûl nekir li gel hebûna çeteyan bijîn û wiha domand: "Li kantona Şehbayê zêdetirî 800 malbatên ji Babê hene ku nexwestin di bin zilma çeteyan de bijîn û koçber bûn. Li herêmên me ku hatine dagirkirin, dewleta Tirk kiryarên dermirovî pêk tîne, dixwazin serdema Împaratoriya Osmanî vegerînin, her wiha demografyaya herêmê diguherin û malbatên ji deverên din li cihên wan bi cih dikin."

Welatiyê bi navê Îbrahîm Berekat ku li Kampa Serdemê dimîne, anî ziman ku DAIŞ bi desteka Tirkiyê li dijî gelê êzidî li hev kirin da ku hebûna wan li ser erdê rakin.

Berekat destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ‘ê li gundê Baxozê di rojên xwe yên dawîn e de dijî û wiha domand: "Lê li herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin hene û bi azadî û desteka dagirkeriya Tirkiyê tev digerin û tu kes hesabê vê yekê nake. Mînaka vê yekê bilindkirina ala çeteyên DAIŞ’ê li navenda bajarê Efrînê ye."

Jina bi navê Nesrîn Şabo der barê mijarê de wiha got: "Bi nêzîkbûna bidawîbûna DAIŞ‘ê li Dêrazorê re, em gelê Efrînê em ê têkoşîna xwe ya li dijî çeteyên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin û herêm dagir kirine, dewam bikin heta Efrînê û herêmên dagirkirî ji çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk rizgar bikin."

ANHA