Fûad Masûm: Têkoşîna li dijî îdeolojiya DAIŞ‘ê erka her kesî ye

Serokê Iraqê yê berê Fûad Masûm got têkoşîna li dijî îdeolojiya DAIŞ‘ê berpirsyariya hemû dewletên herêmî û cîhanê ye, ji ber ku teror dozeke cîhanî ye û her kesî berdêla fikra tarî da.

Fûad Masûm: Têkoşîna li dijî îdeolojiya DAIŞ‘ê erka her kesî ye
9 adar, 2019   07:27

EBDUSELAM KERMAN / KOBANÊ

Serokê Iraqê yê berê Fûad Masûm di hevpeyvîneke li gel ajansa me ANHA‘yê de li ser girîngiya têkoşîna li dijî DAIŞ‘ê di aliyê leşkerî û îdeolojîk de û helwestên cidî ji aliyê dewletên herêmê û civaka navdewletî de wiha got: "Berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê civakan ku li dijî bingeha îdeolojiya komên tundraw têkoşînê bikin. Ji saziyên olî, çandî û perewerdeyî tê xwestin di vê çarçoveyê de tev bigerin da ku welat ji azarên heyî û yên siberojê rizgar bikin.”

Çeteyên DAIŞ‘ê ji şerên ku di salên dawîn de li hin herêman rû dane, sûd jê wergirt û li Iraq û Sûriyê derketin. Ji beriya 5 salan ve têkoşîna leşkerî ya li dijî DAIŞ‘ê tê kirin û li gelek deveran di aliyê leşkerî de tune bûn. Niha jî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) wan di baregeha dawîn li gundewarên Dêrazorê de tune dike.

Têkildarî desteka Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê Masûm ev tişt anî ziman: "Koalîsyon ji bo tunekirina DAIŞ‘ê gelekî bû alîkar, em bi hêvî ne ku desteka xwe ya leşkerî dewam bike, ji ber ku teror dozeke cîhanê ye, gelek dewletan di nav de Ewropa û Amerîkayê û hin welatên din berdêla wê da."

Masûm li ser keda xwe ya li dijî DAIŞ‘ê di dema serokatiya xwe de ev tişt anî ziman: "Di encama hevdîtina min li gel serokê Fransayê Holland a li Bexdayê sala 2017‘an de kongreyeke navdewletî serkeftî ji bo  xebateke hevpar li diîj DAIŞ‘ê hate lidarxistin."

Girêdayî Kurdên li Sûriyê û girîngiya îtirafa destûrê bi wan, Fûad Masûm wiha domand: "Divê destûra Sûriyê were guhertin ku hemû pêkhate werin qebûlkirin, her wiha lihevkirineke niştimanî di navbera hemû pêkhateyan de were pêkanîn."

Serokê Iraqê yê berê Fûad Masûm di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Divê hemû dewlet, sazî û kesayetên xwedî bandor li hember DAIŞ’ê bisekinin û ewlehiya her du welatan pêk bînin, ji ber ku ev yek ji berjewendiyên hemû dewletên herêmî û cîhanî ye, ji ber ku teror dozeke cîhanî ye."

ANHA