Rûspiyên êlan: Destanên QSD`ê dê di bîra me de bimînin

Rûspiyên êlên Kurd û Ereb nêzîkbûna têkçûna DAIŞ`ê li tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û destnîşan kir ku serkeftinên QSD`ê dê di bîra şêniyan de bimîne, ji ber ku bi saya wan ewlehî û aramî li herêmê serwer bû.

Rûspiyên êlan: Destanên QSD`ê dê di bîra me de bimînin
8 adar, 2019   09:06

OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Bi saya fedakariyên QSD`ê û hevgirtina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi QSD`ê de re, rêxistinên terorîst li herêmê têk çûn.

Rûspiyên êlên herêmê têkildarî mijarê ji ajansa me re axivin û kêfxweşiya xwe ji ber tunekirina DAIŞ`ê re anî ziman û spasiya QSD`ê li ser serkeftinên ku bi destxistine, kir.

Elaa Tahir ji êla El-Xemir e, destnîşan kir ku ew îro bi bidawîbûna DAIŞ`ê kêfxweş in. Tahir wiha got: "Ruxmî tunebûna DAIŞ`ê lê pirsgirêka şaneyên veşartî hîna heye. Ji bo tunekirina wan şaneyan hişyarî û baldarî pêwîst e.”

Tahir bal kişand ser girîngiya hevgirtina pêkhateyên herêmê û wiha got: "Bi saya fedakariyên ciwanên pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan, DAIŞ`ê tune dibe.”

Di berdewama gotinên xwe de rûspiyê êla El-Xemir Elaa Tahir diyar kir ku DAIŞ bi rêya Tirkiyê derbasî herêmê bû û wiha pê de çû: "Serokê dewleta dagirker a Tirk Recep Tayyîp Erdogan xwînmijê sereke yê gelê Sûriyê ye. Wî ew rêxistin ava kirin da ku wêranbûnê belav bike."

‘Fikra DAIŞ’ê nexweşî ye’

Tahir fikra DAIŞ`ê wek nexweşî û parçekirina gelan wesifand û got ji bo tunekirina vê fikrê divê gelên herêmê bi yekrêzî li hember xetereyan bisekinin. Tahir wiha berdewam kir: "DAIŞ`ê fikra xwe ji fikra Erdogan girtiye. Divê em Efrînê ji bîr nekin, dewleta Tirk gelek binpêkirinan li Efrînê ji kuştin, destavêtina jinan, talankirin û guhertina demografîk pêk tîne."

Di dawiyê de Elaa Tahir destnîşan kir ku piştî bidawîbûna DAIŞ`ê divê pêkhateyên Sûriyê yekrêziya xwe ava bikin. Bidawîbûna aloziya Sûriyê bi hevgirtina gelan dest pê dike û ji bo avakirina Sûriyêya pirreng û ne navendî, vînek û fikrek pêwîst e."

‘Bidawîbûna DAIŞ`ê dê hebûna Tirkiyê jî bi dawî bike’

Ji aliyê xwe ve rûspiyê êla El-Badîna Elî Ebas nêzîkbûna tunekirina DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahiya gelên herêmê pîroz kir û wiha got: "Bidawîbûna DAIŞ`ê li herêmê rola dagirkeriya Tirk û hincetên şerê terorê bi dawî dike."

Ebas bal kişand ser armancên Tirkiyê û diyar kir ku Tirkiye ji bo firehkirina serweriya xwe û guhertina demografyaya herêmê, hewl dide herêma ewle li herêmê ava bike.

‘Destan û serkeftinên QSD`ê dê di bîra me de bibînin’

Di nav gotinên xwe de Elî Ebas rûspiyê êla El-Badîna ev tişt anî ziman: "Destan û serkeftinên QSD`ê li hember DAIŞ`ê û ji bo ewlehî li herêmê serwer be, dê di bîra me de bin. QSD`ê ji bo xilasiya gelan ji fikra tundraw a DAIŞ`ê gelek şehîd dan û hîna destan û serkeftinên wê ji bo hewandina malbatên DAIŞ`ê berdewam in."

Di dawiya gotinên xwe de Elî Ebas bang li dewletên Ewropa û rojavayî kir ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î wergirin. Li gel paşguhkirina wergirtina dewletên Ewropa û rojavayî hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î, hejmara çeteyên ku xwe radestî QSD`ê dikin yan jî QSD wan digire, her roj zêde dibe.

(şx)

ANHA