‘Divê civaka navdewletî itîrafê bi rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike’

Hikmet Hebîb got divê civaka navdewletî itîrafê bi rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û wiha dewam kir: “Lê pêwîst e rejîma Sûriyê bi awayekî cidî diyalogê bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bike beriya ku dem derbas bibe,  ji ber ku projeyên xeternak li ser herêmê hene.”

‘Divê civaka navdewletî itîrafê bi rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike’
8 adar, 2019   08:11

RÊNAS REMO - KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Endamê Sekreteriya Giştî ya Desteya Niştîmanî ya Erebî û endamê Desteya Hevserokatiya MSD`ê Hikmet Hebîb di hevpeyvîneke li gel ajansa me de diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê beriya çend salan li ser tevahiya cîhanê xetereyek bûn û wiha dewam kir: “Tirkiyê deriyên xwe li pêşiyan wan vekirin da ku  li Rojhilata Navîn û Ewropayê belav bibin. Lê bi saya hevgirtina gelên herêmê li rex YPG, YPJ û QSD`ê, çeteyên DAIŞ hatin şikandin.”

Hebîb bang li civaka navdewletî kir ku qenciya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bîr neke û itîraf û piştgiriya rêveberiya wan bikin ku bi keda şehîdan hatiye avakirin.

Hebîb destnîşan kir ku gelek hêzên herêmî, di serî de dagirkeriya Tirkiyê hewl dide li dijî hêviyên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bisekinin û wiha domand: "Em wek MSD projeyên me yên neteweyî hene û em nûnertiya projeyên kesekî din nakin. Lê pêwîst e rejîma Sûriyê bi awayekî cidî diyalogê bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bike beriya ku dem derbas bibe. Ji ber ku projeyên xeternak li ser herêmê hene. Mijara avakirina herêma ewle ku qala wê tê kirin, divê di bin parastina navdewletî de û bi hevkariya QSD`ê be."

Di dawiyê de Hikmet Hebîb bang li Koalîsyona Navdewletî kir ku bi awayekî domdar piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bike da ku fikr û hişmendiya DAIŞ`ê tune bibe û wiha got: "DAIŞ bombeyek nukleer e û dibe ku di her demekê de biteqe."

(şx)

ANHA