Nêzî 200 çeteyên biyanî xwe radestî QSD`ê kirin

Li eniya bakurê Baxozê nêzî 200 çeteyên biyanî yên DAIŞ`ê xwe radestî QSD`ê kirin.

Nêzî 200 çeteyên biyanî xwe radestî QSD`ê kirin
4 adar, 2019   12:11

DÊRAZOR

Nûçegihanê me ku qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê dişopîne ragihand ku nêzî 200 çeteyên biyanî yên DAIŞ`ê yên Tirk û ji welatên din yên Asyayê ne xwe radestî şervanên QSD`ê kirin.

Nûçegihanê me diyar kir xweradestkirin piştî wê yekê hat ku şervananê QSD`ê operasyonên leşkerî li wê eniyê rawestandin da ku sivîlên di Baxozê de derkevin, her wiha rê ji çeteyan re vekirin da ku xwe radestî QSD`ê bikin.

(bx)

ANHA