Washingtonê konsolxaneya xwe ya Filistînê tev li balyozxaneya Qudsê kir

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ragihand ku konsolxaneya wan a li Qudsê ku berê ya Filistînê bû, tev li nava balyozxaneya wan a nû ya Îsraîlê kiriye.

Washingtonê konsolxaneya xwe ya Filistînê tev li balyozxaneya Qudsê kir
4 adar, 2019   10:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Washingtonê di Kanûna 2017`an de ragihand ku Quds paytexta Îsraîlê ye û balyozxaneya xwe ji Til Evîvê bire Qudsê.

Ev biryar bû cihê nerazîbûna filistîniyan. Hikumeta Filistînê ragihand ku Washington li kêleka Îsraîlê dixebite.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Robert Baldeno got ev biryar nayê wateya ku guhertinek di siyaseta DYA’yê ya der barê Quds û aliyê rojava û Xezayê de çêbûye.

(jo)