Tenê 6 dewlet mafên jinan mîsoger dikin

Banka Cîhanê raporek belav kir û tê de got bi tenê Fransa, Belçîka, Swêd, Luksemburg, Lîtvanya û Denmark wekheviya mêr û jinan mîsoger dikin.

Tenê 6 dewlet mafên jinan mîsoger dikin
4 adar, 2019   12:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya The Guardian diyar kir ku Banka Cîhanê raporek belav kir û tê de got Fransa wek welatê ku wekheviya mêr û jinan mîsoger dike, tê naskirin.

Rapora bankê ku di vê hefteyê de li ser mijara "jin û kar û zagon" a sala 2019’an hate belavkirin, tê de newekheviya li 187 dewletên cîhanê hatiye nirxandin. Li gorî raporê beriya deh salan tu dewletan mafê wekheviya mêr û jinan nedida.

Di lîsteya 6 dewletên Ewropayê de ku pîleya ji sedî 100 standin; Belçîka, Denmark, Fransa, Lîtvanya, Luksemburg û Swêd hene.

Li ser asta cîhanê jî jin tenê ji sedî 75 mafên xwe werdigirin û li Rojhilata Navîn jî jin ji nîvê mafên xwe werdigirin.

(jo)