Li eniyeke Baxozê operasyonên leşkerî rawestîn

Mistefa Balî got wan operasyonên leşkerî li eniyeke Baxozê rawestandine û ji bo derketina sivîlên ku li gund mane, her wiha ji bo çeteyên ku bixwazin xwe radestî hêzên wan bikin korîdorek vekirine. Balî destnîşan kir ku li eniyên din pêşketin bi baldarî dewam dike.

Li eniyeke Baxozê operasyonên leşkerî rawestîn
4 adar, 2019   10:40

DÊRAZOR

Gerînendeyê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Mistefa Balî li ser hesabê xwe yê Twitterê  belav kir ku wan operasyonên leşkerî li eniyeke Baxozê rawestandiye û ji bo derketina sivîlên ku di Baxozê de mane û çeteyên DAIŞ`ê wan wek mertalên zindî bi kar tînin, korîdorek vekirine. Her wiha ji bo rê li pêşiya çeteyên ku dixwazin xwe radestî QSD`ê bikin, ev korîdor hatiye vekirin.

Balî destnîşan kir ku şervanên QSD`ê li eniyên din ên Baxozê bi awayekî hişyarî bi pêş de diçin da ku sivîlên di Baxozê de mane, biparêzin.

(bx)