Li Ramellahê 2 filistînî hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê 2 filistînî kuştin û yek jî birîndar kir. Her wiha artêşê got van kesan erebe ajotiye ser leşkeran û di encamê de 2 leşkerên Îsraîlê birîndar bûne.

Li Ramellahê 2 filistînî hatin kuştin
4 adar, 2019   10:24

XEZA

Çavkaniyên Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê serê vê sibehê gule li 3 filistiniyên ku di erebeya xwe de li Ramellahê bûn, barandine.

Di hûrgiliyên bûyerê de saziyên ragihandinê yên Filistînê li ser zimanê çavkaniyên herêmî ragihand ku artêşa Îsraîlê bi ser gundê Kefer Neime yê li Ramellahê de girt, di encamê de pevçûn di navbera leşkerên Îsraîl û ciwanên Filistînê de rû da.

Kanala 2 ya Îsraîlê ragihand ku serbazekî Îsraîlê bi giranî birîndar bûye û leşkerek jî bi sivikî birîndar bûye.

Her wiha Kanala 2 ya Îsraîlê li ser navê berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku li rojavayê Ramellahê kesên ku erebe ajotine ser leşkeran, hatin kuştin.

(fr)