Li Kampa Veger bi derfetên kêm dibistanek hate vekirin

Rêveberiya Kampa Vegerê ya kantona Efrînê dibistaneke ku ji 2 konan pêk tê, ji bo xwendekaran vekir. Zarokan jî berdewamkirina xwendinê tekez kir.

4 adar, 2019   07:38

CAFER CAFO / EFRÎN

Piştî 4 mehan ji vekirina Kampa Vegerê li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê, derbasbûna werza yekemîn a sala perwerdeyê û zêdebûna hejmara koçberan, rêveberiya kampê pêwîstî bi vekirina dibistanekê dît. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bersiva bangewaziya şêniyan da.

Rêveberiyê di nava kampê de 2 kon, yek ji bo asta seretayî û yek jî ji bo asta navîn diyar kir. Li gorî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û rêveberiya kampê derdora 53 xwendekar di nav kampê de hene.

Ji bo bilindkirina morala zarokan û da ku vegerin jiyana xwe ya asayî, piştî ku di encama êrîşên dagirkeriya Tirk bi balafiran ji aliyê derûnî ve zehmetî kişandin, rêveberiyê her du kon sererast kirin û veguherandin dibistaneke rengereng, tevî wê jî wêneyên ku zarokan xêz kirine, lê daliqandin.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê dibistana kampê Selam Seydo destnîşan kir ku ew di werza duyem a sala perwerdeyê de piştî ku şêniyan xwe di nav kampê de bi rêxistin kir, bi awayekî fermî dibistan vekir. Her wiha diyar kir ku ji ber derfetên kêm ew neçar mane zarokan ji refa yekemîn heya çaremîn di bin konekî de û refên şeşemîn û heftemîn di bin konê din de perwerde bikin.

Seydo destnîşan kir ku Komîteya Perwerde û Fêrkirinê mamosteyên ji bo fêrkirina her sê zimanên erebî, kurdî û îngilîzî erkdar kirine. Seydo bal kişand ser ku ew di peydakirina pêwîstiyên zarokan de bi taybet di refên yekemîn û duyemîn de zehmetiyan dikişînin.

Ji aliyê xwe ve zaroka bi navê Elmez Elî kêfxweşiya xwe bi vegera dibistanê û xwendina bi zimanê dayikê anî ziman û hêvî kir ku di zûtirîn demê de vegerin Efrînê.

(şx)

ANHA