Rustem Hesekê: Operasyona dawîn li gorî taktîkên QSD`ê dimeşe

Yek ji fermandarên li eniyên Baxozê Rustem Hesekê got operasyona dawîn dê di nava çend rojan de bi dawî bibe. Her wiha destnîşan kir ku ew ê mizgîniya rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorîstên DAIŞ`ê bidin gelê xwe.

Rustem Hesekê: Operasyona dawîn li gorî taktîkên QSD`ê dimeşe
4 adar, 2019   07:46

DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Fermandariya Giştî ya QSD`ê roja înê saet di 06:00`an de qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê di gundê Baxoza Jorîn de piştî derxistina beşa dawîn a sivîlên ku çeteyên DAIŞ`ê wek mertalên zindî bi kar dianîn, ragihand.

Ji fermandarên QSD`ê ku yek ji fermandarên eniya Baxozê ye Rustem Hesekê, ji ajansa me ANHA`yê re axivî. Rûstem Hesekê di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Pêngav li gorî taktîkên leşkerî ku ji aliyê Fermandariya Giştî ya QSD`ê ve hatine diyarkirin ku heta karibin tu zirarê negihînin mal û milkên sivîlan, dimeşe."

Rustem Hesekê destnîşan kir ku roja înê saet di 06:00`an de operasyonên dawîn hatin ragihandin û wiha got: "Hêzên me êrîşên dijwar li dijî çeteyên DAIŞ`ê di gund de pêk tînin. Di encama wê de gelek çete hatin kuştin."

Rustem Hesekê diyar kir ku balafirên şer ên Koalîsyona Navdewletî êrîş li ser yek ji mezintirîn depoyên çeteyên DAIŞ`ê pêk anî û di encama wê de depo bi temamî hat rûxandin.

Ji fermandarên eniya Baxozê Rustem Hesekê di dawiyê de tekez kir ku operasyona dawîn dê di zûtirîn demê de bi ser bikeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê xewn û xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd ku di oxira vê rêyê de canê xwe feda kir, pêk bînin. Em ê mizgîniya têkbirina çeteyên DAIŞ`ê bidin tevahî gelên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

(bx)

ANHA