Şêx Ebdulrehman: Însiyatîfa rêveberiyê bi kêfxweşiyek mezin hate pêşwazîkirin

Rûspiyê êla El-Cewale, şêx Ebdulrehman El-Reşîd El-Hemîd teqez kir ku însiyatîfa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo serbestberdana girtiyên ku destên wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune ne, gavek pîroz e û bi kêfxweşiyek mezin hate pêşwazîkirin.

Şêx Ebdulrehman: Însiyatîfa rêveberiyê bi kêfxweşiyek mezin hate pêşwazîkirin
4 adar, 2019   06:25

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Li ser daxwaza rûspiyên êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2`yê Adarê de serbestberdana 283 girtiyên ku ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve hatine xapandin û destên wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune ne ragihand.

Rûspiyê êla El-Cewale ya navçeya Tirbespiyê şêx Ebdulrehman El-Reşîd El- Hemîd ji bo vê însyatîfê spasiya Rêveberiya Xweser  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û destnîşan kir ku rêveberiyê daxwazên rûspiyên êlan anîn cih.

Şêx Ebdulrehman teqez kir ku biryar taybetmendiyek erênî di civakê de afirand. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji destpêka avakirinê ve hewl dide civakê bi fikarek azad li ser bingeh û rêgezên biratiya gelan û jiyana hevpar pêş bixe.

Şêx Ebdulrehman destnîşan kir ku wek rûspiyên êlan ew piştgiriya biryarên Rêveberiya Xweser dikin û got: "Rêveberiya Xweser bawerî li cem tevahiya pêkhateyên herêmê afirand."

Di dawiyê de şêx Ebdulrehman El-Reşîd El-Hemîd bang li Rêveberiya Xweser kir ku derbarê dosyaya derdora 50 kesan de ji êla El-Cewlale lêpirsînê vek. Her wiha diyar kir ku ku ew kes di encama reporên kîndar de ji hêla hindek kesan ve hatine girtin. Şêx Ebdulrehman hêvî kir ku ji bo serbestberdana wan girtiyan rêveberiyê însiyatîfe din ragihîne û teqez kir ku wek rûspiyên êlan ew kesên ku serbest hatine berdan dabîn dikin(misoger dikin).

(şx)

ANHA