Li Baxozê şerên dijwar rû didin

Li Baxozê di van kêliyan de di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerên dijwar rû didin. Her wiha çete hewl didin şervanan bi rêya êrîşên xwekujî asteng bikin.

Li Baxozê şerên dijwar rû didin
3 adar, 2019   08:43

DÊRAZOR

Şervanên QSD`ê di qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê li baregaha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi pêş de diçin.

Nûçegihanê me ku pêngavê dişopîne, ragihand ku di van kêliyan de di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerên dijwar rû didin. Nûçegihanê me li ser zimanê fermandarên QSD`ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê bi rêya êrîşên xwekujî hewl didin pêşveçûna şervanan asteng bikin.

(bx)

ANHA