Lavrov dest bi gera xwe ya li dewletên Kendavê kir

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro deset bi gera xwe ya li dewletên Kendavê kir da ku rewşa Idlibê û mijarên din ên Sûriyê nîqaş bikin.

Lavrov dest bi gera xwe ya li dewletên Kendavê kir
3 adar, 2019   08:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro dest bi gera xwe ya li dewletên Kendavê (Siûdî, Kiwêt, Îmarat û Qatar) kir. Armanca gera wî ew e ku rewşa Idlibê, avakirina komîteya makezagonê û vegera Sûriyê di nava Yekitiya Erebî de nîqaş bikin.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê destnîşan kir ku Moskov dê rewşa Idlibê, xebatên ji bo tunekirina komên mayî ji terorîstan û destpêkirina xebatên komîteya makezagonê, her wiha başkirina têkiliyên rejîmê bi paytextên din ên Ereban re, ji hevalbendên Ereb re parve bike.

(bx)