Komîteya Jinan a Reqayê projeyên mirovî vedike

Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê gelek projeyên girêdayî jinan vekirin. Kargeha tevnê ya li taxa Rimêle ji 40 jinan re hate vekirin û dê 3 mehan bidome.

Komîteya Jinan a Reqayê projeyên mirovî vedike
Komîteya Jinan a Reqayê projeyên mirovî vedike
Komîteya Jinan a Reqayê projeyên mirovî vedike
Komîteya Jinan a Reqayê projeyên mirovî vedike
Komîteya Jinan a Reqayê projeyên mirovî vedike
Komîteya Jinan a Reqayê projeyên mirovî vedike
3 adar, 2019   08:26

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Bi armanca piştgiriya aboriya jinan, bilindkirina asta aboriya wê, pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê û alîkariya koçberan li Reqayê, Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê bi alîkariya Rêxistina `El-Nas Bîhace` navendek ji bo tevnê vekir. Li navendê 40 jin dixebitin.

Kargeh anku navenda tevnê ji xebatên destpêkê yên Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê bû li rex gelek projeyên din wekî navenda dirûnê, mala mûnê û navenda fêrkirina xwendin û nivîsandinê.

Di kargehê de 40 jinên temenmezin ji saet 8:00’ê sibehê heya 1:00’ê nîvro bi destheqekê rojane dixebitin. Berhemên kargehê dê li koçber û penaberan werin belavkirin.

Endama rêveber a Meclisa Jinan a Taxa Rimêlê Yazî Hisên girêdayî mijarê wiha got: "Bi armanca piştgiriya jinan û alîkariya wan da ku karibin debara jiyana xwe bikin, me ev kargeh vekir."

Yazî destnîşan kir ku proje bi alîkariya rêxistina `El-Nas Bîhace` li beramberî destheqekî rojane hate vekirin.

Foze El-Ehmed ji xebatkarên kargehê ye diyar kir ku jinên temenmezin nikarin di nav saziyên sivîl de ji xwe re karekî bibînin, lê dikarin bi rêya behre û tecrubeyên xwe sûdê li civakê û li xwe bikin. Foze destnîşan kir ku ew bi rêya kargehan hewl didin asta aboriya jian bilind bikin.

(şx)

ANHA