Kongreya Star 8‘ê Adarê li dayik û hevjînên şehîdan pîroz kirin

Kongreya Star a Efrînê bi nêzîbûna 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê serdana dayik û hevjînên şehîdan kirin.

Kongreya Star 8‘ê Adarê li dayik û hevjînên şehîdan pîroz kirin
2 adar, 2019   17:02

ŞEHBA

Rêxistina Kongreya Star a Efrînê çalakiyên xwe yên 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi serdana dayik û hevjînên şehîdan dest pê kirin.

Şandeyek ji endamên Kongreya Star serdana dayik û hevjînên şehîdên Efrînê yên li kantona Şehba û navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin.

Endamên kongreyê 8‘ê Adarê li dayik û hevjînên şehîdan pîroz kirin û rola şehdan a ji bo pêkanîna azadî û aştiyê destnîşan kirin.

Endaman her wiha bal kişandin ser berxwedana jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê.

Dayik û hevjînên şehîdan jî bi xêrhatina şandeyê kirin ku û gotin ku ew 8‘ê Adarê li berxweadêr Leyla Guven pîroz dikin û destnîşan kirin ku ew 8‘ê Adara îsal bi moraleke bilind pêşwazî dikin.

Serdana malbatên şehîdan dê heta 6‘ê Adarê dewam bike.

ANHA