Bernameya çalakiyên 8`ê Adarê li Girê Spî hate eşkerekirin

Kongreya Star ji bo pênasekirina Roja Jinan a Cîhanê belavok belav kirin û bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên roja 8`ê Adarê eşkere kir.

Bernameya çalakiyên 8`ê Adarê li Girê Spî hate eşkerekirin
2 adar, 2019   16:49

GIRÊ SPÎ

Endamên Kongreya Star ji saetên sibehê ve belavokên pênasekirina Roja Jinan a Cîhanê li şêniyên bajêr belav kirin. Di belavokan de Roja Jin a Cîhanê ya ku dikeve 8`ê Adarê û rêzeçalakiyên kongreyên hatibûn diyarkirin. Çalakiyên kongreyê ji îro ve destpê kirin û dê heya 8`ê Adarê bidomin.

Piştî bidawîbûna belavkirina belavokan li taxên kantonê, endam û endamên rêveber ên jin ên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ber çarxeriya şaredariyê kom bûn û daxuyanî dan.

Daxuyanî ji hêla endama rêveber a Kongreya Star Dîlan Hesen ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye;

`Ji bo avakirina azadiya hevpar û azadiya jinê em 8`ê Adarê bi giyanê berxwedana Îmraliyê pêşwazî dikin da ku azadiyê misoger bikin`, `Ji bo azadiya Serok Apo û ji bo avakirina civakek exlaq û polîtîk` çalakiyên me dê bi van sloganan li darkevin.

Bernameya çalakiyên me wiha ye:

1`ê Adarê daxuyanî li qada Jina Azad li Kobanê tê xwendin.

2`yê Adarê  belavokên girêdayî pênasekirina bernameya kongreyê têne belavkirin.

3`yê Adarê Malbatên şehîdan li Goristana Şehîd Mehmûd Teimê daxuyanî didin.

4`ê Adarê semîner û zenevîzyonek girêdayî vejînkirina gundewar tê dayîn.

5`ê Adar bargehên leşkerî dê werin ziyaretkirin.

6‘ê Adarê bajar dê were xemilandin.

7‘ê Adarê meşek girseyî li Kantona Girê Spî dê were lidarxistin.

8‘ê Adarê tevlibûna meş û şahiya Kobanê.`

Daxuyanî bi berzkirina dirşûmeyên silavkirina berxwedana jinê bi dawî bû.

 (şx)

ANHA